Kar û barê îfadeyaên kesên hatine binçavkirin dest pê kir

  • 18:35 26 Îlon 2024
  • Rojane
AMED - Piştî operasyona binçavkirinê ya li hember saziyên ku perwerda Kurdî hatin destpêkirin, navde endama Lijneya Weşana Kovara Jîneolojiyê Rojda Yildiz jî heye, dest bi girtina îfadeyên kesên hatine binçavkirin hat girtin.
 
Di 24’ê îlonê de li Amedê pol3isan bi ser Komeleya Lêkolîna ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirûk û Koperatîfa Ziman Huner Perwerdehiyê de girt. Kesên ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavikrin kar û barê girtina îfadeya wan destpê kir. 29 kesên li şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyeta Amedê dihatin girtin, piştî nîvro dest bi îfadeyan hat kirin.
 
Ji bo kesên hatine binçavkirin, ligel îfadeyên îtîrafkar û şahidê veşarî Umît Akbiyik, têkiliya wan ya bi saziyan re hat pirsîn. Pirsên wekê bi dildarî wek mamoste dixebitin an na hatin pirsîn. Îfadeyên li emniyetê didomin.Tê payîn îro îfade bidawî bibin. Her wiha çav li rê ye ku sibê derxin edliyeyê.
 
29 kes binçavan de ne
 
Di çarçoveya lêpirsînê de kesên hatine binçavkirin wihane: 
 
Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Hevserokên MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû û Şukran Yakut, Rifat Ronî, Ramazan Holat, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Rezan Aktulum, Bêrîtan Gurbet Orak, Bêrîvan Duman, Ayhan Karatekîn, Belkisa Suleymanoglû Bîtkîn, Cîhat Guney, Mehmet Salih Ongun, Îlyas Gun, Hebûn Yagmûr, Mîne Karakaş, Ahmet Boltan, Rabîa Karayil, Îpek Oyur, Fatma Îgîn, Mûstafa Açmaz, Hasan Gurpinar, Şîlan Elmas Kan, Şehrîban Ayluçtarhan, Niştiman Gul û Cîhat Çagrici, Yaşar Aslan, Jiyan Yagmûr,  Hasan Îkvan, Mehmet Selîm Temel û endama lijneya weşana kovara Jîneolojiyê Rojda Yildiz.