Dozger ji bo kesên ku qetilkirina jinan protestokirin ceza hat xwest

  • 17:41 26 Îlon 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Derheqê kesên qetilkirina Pakistan Demîr protesto kiribûn de doz hatibû vekirin. Dozgeriyê, beriya danişîna biryarê mutalaa da û xwest endamên malbatê û jin bên cezakirin. 
 
Jina bi navê Pakistan Demîr di 16’ê îlona 2022’yan de li navçeya Kerboran a Mêrdînê ji hêla hevjînê xwe Mehmet Emîn Oner ve hatibû qetilkirin. Malbata Demîr û rêxistinên jinan di 19’ê îlona 2022’yan de qetilkirina Demîr protesto kirin û meş li dar xistin. Derheqê kesên beşdarî meşê bûyîn doz hatibû vekirin û danişîna biryarê ya dozê dê sibe bê lidarxistin. Di dozê de dayika Pakistan Demîrê Naîme Demîr, xwişkê wê Bêrîvan Demîr, Şafîa Demîr, birayê wê Mehmet Selîm Demîr, Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî jî di nav de bi giştî 12 kes tên darizandin. Danişîna dozê dê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Kerboranê bê lidarxistin. Dozgeriyê, beriya danişîna biryarê mutalaaya xwe da. 
 
Di mutalaayê de dozgeriyê xwest ku kesên navborî bi îdiaya  “Civîn û xwepêşandanên derqanûnî li dar xistine, birêve birine û tev li bûne” bên cezakirin. Dozgeriyê bi heman îdiayê xwest ku 11 kes ji salek û 6 mehan heta 3 salan bi cezayê hefsê bên cezakirin. Her wiha dozger xwest ku dosyaya jineke derheqê wê de biryara girtinê heye jî ji dosyayê were veqetandin.