Li Wanê jinan li dijî şerê taybet atolye pêk anîn

  • 21:22 26 Îlon 2024
  • Rojane
 
WAN- Li Wanê bi pêşengiya TJA û DBP’ê, jinên hatin gel hev li dijî polîtîkayên şerê taybet atolye pêk anîn.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û partiya Herêmên Demokratîk (DBP), li taxa Seyrantepe ya navçeya Tuşba a Wanê û li taxa Şehît Firat a navçeya Artemît a Wanê bi mijara ‘şerê taybet’ atolye pêk anîn.
 
Ligel jinên TJA’yê, gelek jin tevli atolyeyan bûn û polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin. Di atolyeya ku polîtîkayên şerê taybet  û bandora wê ya li ser jinan hat nîqaşkirin, ji bo parastina cewherî jî nirxandin hatin kirin.