Eleqeya ji bo stûnên bazalt yên li Sêwregê hatine dîtin zêde ye

  • 09:02 26 Îlon 2024
  • Çand û Huner
 
RIHA - Li Sêwregê stûnên bazaltê yên di xebatên rê de hatin dîtin, ji aliyê kesên ku tên serdana herêmê ve eleqeyek mezin dibînin.
 
Li ser axa Kurdistanê ku di alî dîroka mirovahiyê de gelek tiştên girîng dihewîne, roj bi roj kifşên nû tên jiyîn. Li Rihaya ku Gobeklî Tepe ya xwe dispêre 12 hezar sal berê dîrokê û li dîrokê deriyekî nû vekir, kifşek nû hat kirin. Di xebatên şaredariyê yên li ser riya Sêwreg-Kolîk a bejahî ya 31 kîlomtreyî de, stûnên bazalt hatin dîtin. Stûnên ku di xebata rê de zirar dîtin, piştî ku mamosteyekî wêneyên wan kişand û şand zanîngeha Dîcle û Harranê, li ser wan lêkolîn hat destpêkirin.
 
Mîrateya jeolojîk
 
Tê texmînkirin ku ev stûn 2 an jî 5 mîlyon sal berê ava bûne û piştî stûn hatin dîtin xebata rê hat sekinandin. Tê diyarkirin ku stûnên bazalt ji volkanên Qerejdaxê ava bûne û  li ser riya Çiyayê Nemrut û Geliyê Takoran e. Stûnên hatine dîtin wekê ku bi taybet hatine bi teşekrin e.  Stûn wek "mîrateya jeolojîk" tê binavkirin û kêm tên dîtin. Ji ber vê jî eleqeyeke mezi dibînin.
 
Xistin bin parastinê
 
Li herêma ku hîna lêkolîn didome, stûn eleqeyek mezin dibînin. Ligel vê ji aliyê midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Avhewayê ya Rihayê ve piştî lêkolînên hatin kirin, stûnên bazalt xistin bin parastinê.