Navenda Çandê ya Amûdê perwerdeya şanogeriya zarokan vekir

  • 09:47 26 Îlon 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Çand û Hunerê ya Amûdê perwerdeya şanoyê ji bo zarokan vekir.
 
Ji nêzî 20 rojan ve perwerdeyê li Navenda Çand û Hunerê ya Amûdê dest pê kiriye. 10 zarokên ji 5 saliyê heta 14 saliyê beşdarî perwerdeyê bûne.
 
Di perwerdeyê de heftane 3 ders tên dayîn, her dersek jî saetek û nîv e. Mamosteyê pispor ê ku dersan dide jî Dilovan Kêfo ye.
 
Zarok li ser şanoya "Melîket El Nezafe Wel Qazûrat" a Dilovan Kêfo perwerde dibin. Ev jî şanoyeke zarokan a li ser girîngiya paqijiyê ye.