Wezareta Dadê bersiv da pêşnûmepirsa têkildarî lêpirsîna Taybet Înan

  • 11:58 24 Îlon 2024
  • Ramyarî
 
 
ENQERE - Wezareta Dadê bersiv da pêşnûmepirsa têkildarî lêpirsîna Taybet Înan ku di dema qedexeya derketina kolanan de hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû û got: “Li wezareta me nîne.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan di 19’ê kanûna 2023’yan de têkildarî Taybet Înan ku di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê de hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû, pêşnûmepirsek dabû Wezareta Dadê. Wezaretê bersiv da û wiha got: “...lêpirsîn bi awayekî veşarî hatiye kirin û di pêvajoya lêpirsînê de di çarçoveya karûbarên darazî de çi hatiye kirin em jê agahdar nînin.” 
 
Newroz, têkildarî bersiva hatiye dayin daxuyanî da. Newroz, biryara “lêgerîna daîmî” ya di lêpirsîna qetilkirina Înan de hatiye dayin bi bîr xist û wiha got: “Bêguman yek ji cihên tehcîr, rûxandin û polîtîkayên şerê taybet herî bêrehm lê tên meşandin jî Şirnex e.” Uysal, got ku derhiqûqtî û binpêkirinên mafên mirovan ên di dema qedexeyên derketina derve de hatine kirin, di dîroka mirovahiyê de weke “şermekê” cih girtiye. 
 
Bi domdarî Newroz Uysal diyar kir ku di dema qedexeyan de hêzên ewlekariyê destûr nedane ku kesên jiyana xwe ji dest dayin bên definkirin û wiha pê de çû: “Cenaze bi rojan li malan, li mizgeft û kolanan hatin sekinandin. Taybet Înan a 57 salî di 19’ê kanûna 2015’an de li pêşiya mala xwe hate kuştin û destûr nehate dayin cenazeyê wê were girtin. Cenazeyê wê 7 rojan li pêşiya malê me û hêzên ewlekariyê destûr nedan cenazeyê wê were rakirin. Dema hevjînê wê Halît Înan û tiyê wê Yûsûf Înan dixwestin cenazeyê wê rakin jî rastî gulebarana segvanan hatin. Di êrişê de Halît Înan birîndar bû û Yûsûf Înan jî jiyana xwe ji dest da. Bi ser re 9 sal derbas bûn lê derheqê kuştina Taybet Înan, sekinandina cenazeyê wê de tu lêpirsîn û teqîbatên baş nehatin kirin.”
 
Di berdewamê de Newroz got ku lêpirsîna têkildarî Înan tevî demekê dirêj jî hêj pêş neketiye û ev tişt anî ziman: “Tevahiya sazî û dezgehên dewletê ketine nava hewldanê ku vê mijarê di tarîtiyê de bihêlin. Dozgeriyê di 20’ê sibata 2020’ê de biryara lêgerîna daîmî da. Heta wezaretê di bersiva xwe de cih nedaye vê biryarê jî.” 
 
Newroz, bal kişand ser bersiva “agahiya me jê nîne” ya wezaretê û wiha bi dawî kir: “Li ser dosyayê biryara bisînorkirinê nîne. Ji bo Taybet Înan di adara 2022’yan de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hatiye dayin. AYM’ê piştî serlêdanê bi nivîskî nêrînên wezaretê jê xwest. Wezaretê jî di bersiva xwe de bi serenavê ‘Lêpirsîna ji hêla dozgeriyê ve hatiye kirin’ bi berfirehî agahî da. Daxuyaniyên wezaretê yên ji rastiyê dûr, biryara lêgerîna daîmî ya dosyayê, neçalakkirina lêpirsînê û hwd. nîşan dide ku dixwazin qetilkirina Taybet Înan weke cînayeteke kiryarnediyar bihêlin.”