Gumanbarên destdirêjî li zarokê kiribûn ji nû ve hatin girtin

  • 20:20 26 Îlon 2024
  • Rojane
ÎDIR-  Der barê 4 gumanbarên ku destdirêjî li zarokê kiribûn û bi şantajê fuhuş pê dikirin, piştî ku temenê hestî yê zarokê di 15’yî de derket biryara tahliyeya wan hatibû dayîn. Li ser îtîrazê û piştî di belgeya welidînî ya zarokê de derket holê zarok 14 saliye, gumanbar dîsa hatin girtin.
 
Li Îdirê zaroka 15 salî di 27’ê îlona 2023’an de çû emniyetê û diyar kir ku destdirêjî lê hatiye kirin, fuhuşê pê didin kirin. Li ser vê derket holê ku zarok bi mehan ji aliyê gumanbar Ferhat Angay, Onur Begeç, Vedat Gîden, Cebraîl Yildiz, Murat Altun û Alîcan Begeç ve destdirêjî lê hatiye kirin û bi şantajê fuhuş lê ferzkirine.
 
Gumanbarên ku di runiştina sêyemîn de piştî ku temenê hestî yê zarokê di dema bûyerê de 15 derket biryara tahliyeya wan hatibû dayîn. Li ser îtîrazê û piştî di belgeya welidînî ya zarokê de derket holê zarok 14 saliye, gumanbar dîsa hatin girtin.