Li Dersîmê herêma şewatê ji hewa de hat bombekirin

  • 10:35 28 Tebax 2018
  • Ekolojî
DERSÎM - Li herêma şewada daristanê ya Dersîmê, helikopteran serê sibê bombe kirin. 
 
Li Çemê Balî û Geliyê Munzurê yê Navenda Dersîmê serê sibê operasyona hewayî pêk hat. Di çarçoveya operasyonê de rêya navbera Geliyê Balî û Pilûrê serê sibê saet di 07.45’an de li trafîkê hat girtin. Li Dersîmê saet di 08.30'an de helikopter ketin nava tevgerê û herêma şewatê bombe kirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li herêma şewatê ku şewad didome, helikopteran herêm bombebaran kiriye. Hat zanîn ku li herêmê hem bombebaran didome û hem jî şewata daristanê didome.