Li Dersîmê herêma şewatê ji hewa de hat bombekirin 2018-08-28 10:35:50   DERSÎM - Li herêma şewada daristanê ya Dersîmê, helikopteran serê sibê bombe kirin.    Li Çemê Balî û Geliyê Munzurê yê Navenda Dersîmê serê sibê operasyona hewayî pêk hat. Di çarçoveya operasyonê de rêya navbera Geliyê Balî û Pilûrê serê sibê saet di 07.45’an de li trafîkê hat girtin. Li Dersîmê saet di 08.30'an de helikopter ketin nava tevgerê û herêma şewatê bombe kirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li herêma şewatê ku şewad didome, helikopteran herêm bombebaran kiriye. Hat zanîn ku li herêmê hem bombebaran didome û hem jî şewata daristanê didome.