Di encma bombebaranê de dîsa li Dêrsimê şewat derket

  • 12:15 26 Tebax 2018
  • Ekolojî
DÊRSIM - Li Dêrsimê li bejahiya navendê li Çemê Balî û herêma Muşkirekê ji ber bombebarana ku hat kirin dîsa şewat derket.
 
Li Dêrsimê li bejahiya navendê li Çemê Balî û herêma Muşkirekê ji ber bombebarana ku hat kirin dîsa şewat derket. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin serê sibehê 2 helîkopteran  Çemê Balî û li herêma Muşkirekê bombebaran kirin û di encamê de şewat derket. 
 
Hat diyarkirin ku şewt li Çiyayê Sincik û li bejahiya Rengulê jî belav bûye. Herwiha şewata li Muşkirekê û li Çemê Balî jî her ku diçe berfireh dibe.
 
Li aliyekî din jî hat aşkerakirin ku li herêmên şewat derket bombebaran jî berdewam dike.