Di encma bombebaranê de dîsa li Dêrsimê şewat derket 2018-08-26 12:15:46   DÊRSIM - Li Dêrsimê li bejahiya navendê li Çemê Balî û herêma Muşkirekê ji ber bombebarana ku hat kirin dîsa şewat derket.   Li Dêrsimê li bejahiya navendê li Çemê Balî û herêma Muşkirekê ji ber bombebarana ku hat kirin dîsa şewat derket. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin serê sibehê 2 helîkopteran  Çemê Balî û li herêma Muşkirekê bombebaran kirin û di encamê de şewat derket.    Hat diyarkirin ku şewt li Çiyayê Sincik û li bejahiya Rengulê jî belav bûye. Herwiha şewata li Muşkirekê û li Çemê Balî jî her ku diçe berfireh dibe.   Li aliyekî din jî hat aşkerakirin ku li herêmên şewat derket bombebaran jî berdewam dike.