Herêma ku şewat lê berdewam dike dîsa hat bombebaran kirin

  • 12:42 18 Tebax 2018
  • Ekolojî
DERSIIM - Çiyayê Sîncîk ê navçeya Xozatê, 3 roj şûn de dîsan serê sibê bi helîkopteran hat bombebarankirin û li herêmê operasyon destpê kir. 
 
Li Çiyayê Sîncîk ê navçeya Xozat a Dersimê, balafirên şer ên F-16, SÎHA û helîkopterên tîpa kobra, roja serê sibeha 14’ê Tebaxê, herêm bombebaran kirin û dûre şewat bi daristanê ketibû. Çiyayê şewat lê didome, îro serê sibê dîsan hat bombebaran kirin. 
 
Çiyayê Sîncîk, îro di navbera saetên 05.30 û 07.00’an de bi helîkopterên tîpa kobra hatin bombebaran kirin. Hat diyar kirin ku piştî bombebaranê, helîkopterên tîpa skorsky leşker danîne derdora çiyê û leşkeran dest bi operasyonê kirin.