Herêma ku şewat lê berdewam dike dîsa hat bombebaran kirin 2018-08-18 12:42:31   DERSIIM - Çiyayê Sîncîk ê navçeya Xozatê, 3 roj şûn de dîsan serê sibê bi helîkopteran hat bombebarankirin û li herêmê operasyon destpê kir.    Li Çiyayê Sîncîk ê navçeya Xozat a Dersimê, balafirên şer ên F-16, SÎHA û helîkopterên tîpa kobra, roja serê sibeha 14’ê Tebaxê, herêm bombebaran kirin û dûre şewat bi daristanê ketibû. Çiyayê şewat lê didome, îro serê sibê dîsan hat bombebaran kirin.    Çiyayê Sîncîk, îro di navbera saetên 05.30 û 07.00’an de bi helîkopterên tîpa kobra hatin bombebaran kirin. Hat diyar kirin ku piştî bombebaranê, helîkopterên tîpa skorsky leşker danîne derdora çiyê û leşkeran dest bi operasyonê kirin.