Bi fermana dewleta Tirk darên zeytûnan tên birîn

  • 12:48 27 Tîrmeh 2024
  • Ekolojî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê zêdeyî 200 darên zeytûnan ji aliyê komên girêdayî dewleta Tirk ve hatin birîn.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku li gundê Qetmê yê Efrînê çeteyên bi navê ‘Cebhe El Şamiye, El Hemzat û El Emşat’ zêdeyî 200 darên zeytûnan birîne.
 
Hat diyarkirin ku ji darên hatine birîn 35 ayîdê Kemal Cuma, 35 yên Ebdurehman û 9 jî ayîdê Ebû Salih in.