'Divê em rê nedin talankirina xwezayê'

  • 09:01 10 Hezîran 2022
  • Ekolojî
ŞIRNEX - Jinên Şirnexî bertek nîşanê birîna daran a li herêmên Besta, Cûdî û Gabarê dan û destnîşan kirin ku divê kurd rê nede talankirina xwezayê. 
 
Di operasyonên leşkerî de qirkirina xwezayê pêk tê. Ewilî dar tên birîn û piştre jî agir berdidin wan qadan. Darên ku tên birîn li gundên Rîsor û Naviyanê tên komkirin. Piştre dibin qada Sanayî ya girêdayî gundê Avgamasyayê Şirnexê, li vir jî bardikin kamyon û TIR’an, dibin bajarên din. Jinên Şirnexê derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Bi kamyonan daran dibin'
 
Ayşe Kilinç (48) daxuyand ku bi sala ne li ser xwezayê herêmê komkujiyek erdnîgarî heye û got: “Em naxwazin darên me bên bibirin û xwezayê me bê qîrkirin. Darên me dibirin û ji xwe re difroşin. Her roj bi dehan kamyonên ku pişta wan tijî dar hene derbas dibin. Em gava wan kamyonan dibinin diqeherin. Erdê me xistin çol û beton. Berê ne wisa bû. Her der bi dar bûn. Divê tu kurd nehêle xwezayê wan were tune kirin. Divê ku kurd li dijî vê bêdeng nemîne.”
 
 
‘Ewilî dibirin piştre jî agir berdidin qadê' 
 
Zozan Kilinç(45) jî diyar kir ku hem pêşiya debara welatiyan digirin, hem jî li ser jiyana xwezayî komkujiyek pêk tînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em debara xwe bi xwedîkirina sewalan dikin û bax û baxçeyên me hene. Lê ji ber ku xweza tê talankirin û texripkirin em nikarin sewalên xwe xwedî bikin û ji baxçeyan sûdê bigirin. Li herêmê gelek dar hatin birîn û divê kurd li dijî vê yekê bêdeng nemîne. Ev komkujî bandorê li hemû qadên jiyanê dike. Ligel birîna daran û talankirina xwezayê hatin çûyîna li gund jî tê qedexekirin. Her wiha piştî birîna daran jî agir berdidin daristanê."