Li Racoya Efrînê 50 darên zeytûnê hatin birîn

  • 15:04 8 Hezîran 2022
  • Ekolojî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî zêdetirî 50 darên zeytûnê hatin birîn û êzingên wan birin baregeha xwe ya li navçeyê.
 
Çavkaniyên ji navçeya Raco ya Efrînê ragihand ku çeteyên ‘Rîcal El-Herb’ ên girêdayî Arteşa Tirk zêdetirî 50 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Cîhad Mûsa birîne. Cîhad Mûsa ji gundê Meydano yê navçeya Raco ya Efrînê ye.
 
Çavkaniyan da zanîn ku zeviya ku darên zeytûnan lê hatine birin, li ser rêya gundê Xilalka yê navçeya Bilbilê ye.
 
Xwezaya ku bi zanebûn tê wêrankirin, bazirganiya êzingên daran dikin.