Li Derya Reş yûnus ji ber şer dimirin

  • 11:19 5 Hezîran 2022
  • Ekolojî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Zanyaran gotin, hejmara Masiyên yunus li peravên Derya Reş asê man e, bi rengekî neasayî zêde bûye. Lêkolîner dibêjin ku Masiyên yunusu ji ber şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de dimirin.
 
Şer ne tenê bandorê li mirovan dike, di heman demê de zareke giran li hawirdorê jî dike. Li gorî NBC News, ji destpêka şerê li Ûkraynayê û vir ve zêdeyî sed yunus li peravên Tirkiyeyê ketine. Ev hejmar li gorî salek beriya niha gelekî zêde ye. Li peravên Bûlgaristan, Romanya û Ûkraynayê jî gelek heywanên din hatin dîtin ku mirine. Vê rewşa awarte, zanyarên li deryayê kir tevgerê.
 
Li gorî lêkolînên dawî yên li Bûlgaristan, Tirkiye û Ûkraynayê hatin kirin, bombekirina qadên xwedîkirinê yên li peravan, teqîna mayinan, petrola ji keştiyan belav dibe û ava çeman a bi kîmyasalên cebilxaneyan qirêj bûne; şer gefeke mezin li cihêrengiya biyolojîk a li Derya Reş dixwe.