Li Dêrsimê 8 pezkovî hatin qetilkirin

  • 12:13 5 Çile 2021
  • Ekolojî
DERSIM - Li navçeya Mazgêrd a Dêrsimê 8 pezkovî yên ku nêçîra wan hatiye qedexekirin bi awayekî kuştî hatin dîtin.
 
Li nêzî gundê Çanakçi yê girêdayî navçeya Mazgêrd a Dêrsimê 8 pezkovî yên ku nêçîra wan hatiye qedexekirin bi awayekî kuştî hatin dîtin. Li ser banga şênîyên heremê tîmên Parastina Xwezayê, Parka Mîlî û Çandinî û Daristanîyê şandin cihê bûyerê. 
 
Di derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.