Li Dêrsimê 8 pezkovî hatin qetilkirin 2021-01-05 12:13:22   DERSIM - Li navçeya Mazgêrd a Dêrsimê 8 pezkovî yên ku nêçîra wan hatiye qedexekirin bi awayekî kuştî hatin dîtin.   Li nêzî gundê Çanakçi yê girêdayî navçeya Mazgêrd a Dêrsimê 8 pezkovî yên ku nêçîra wan hatiye qedexekirin bi awayekî kuştî hatin dîtin. Li ser banga şênîyên heremê tîmên Parastina Xwezayê, Parka Mîlî û Çandinî û Daristanîyê şandin cihê bûyerê.    Di derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.