Çiyayê Cûdî dîsa dişewite

  • 15:11 14 Tebax 2020
  • Ekolojî
ŞIRNEX - Daristana Çiyayê Cudî ya li herêma Şax û Heblerê dişewite. 
 
Li Çiyayê Cûdî, li herêma Şax û Heblerê agir bi dakistanê ket. Di saetên serê sibê de agir bi daristanê ket. Şêniyên herêmê diyar kirin ku piştî eskeran gule berdan nîşanê û şûnde agir bi herêmê ketiye. Şêniyan da zanîn ku heta niha kesî mudaxaleyî agir nekiriye. Agirê li "Herêma Ewlehiya Taybet" bi daristanê ketiye belav dibe.