'Li dijî talankirina xwezayê têkoşîna bi hev re hewceye'

  • 17:24 5 Hezîran 2020
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 5'ê Hezîranê Roja Derdorê ya Cîhanê li gelek bajaran rêxistin û komeleyên derdor û ekolojiyê daxuyanî dan û gotin: "Divê hemû hez bi hev re parastina ekolojiyê bikin û bi hev re têbikoşin." 
 
Rêxistin, komele û meclîsên ekolojî û derdorê, bi minasebeta 5'ê Hezîranê Roja Derdorê li Edene, Mêrdîn, Wan, Stenbol û gelek cihên din daxuyanî dan. 
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê, li Parka Abidin Dino ya Edeneyê daxuyanî dan û xwestin dawî li talankirin û wêrankirina xwezayê bînin. Di çalakiyê de pankarta "5'ê Hezîranê roja têkoşinêya ji bo derdor, ekolojî û jiyanê ye" vekir. Di daxuyaniyê de daxwaza parastina xwezayê hat kirin. 
 
Li Mêrdînê jî hêzên ked û demokrasiyê bi heman armancê li avahiya KESK'ê ya Mêrdînê daxuyanî dan û diyar kir ku sedema vîrûsa Covid-19'ê talankirin û wêrankirina xwezayê ye. 
 
Komeleya ÇEV-DER'ê ya Wanê jî bi heman armancê daxuyanî da û bal kişand ser talankirina xwezayê. 
  
Hevparên Yekîtiya Ekolojiyê yên Stenbolê jî bi heman armancê daxuyanî dan. Nûner û parazvanên ekolojiyê li pêş Operaya Sureyya  ya Kadikoyê daxuyanî dan. Li vir pankarta “Li dijî talankirina ekolojiyê em jiyanê biparêzin" vekirin. Li ser navê ekolojîstan Tugçe Ozçelik daxuyanî xwend û xwest hemû hêz bi hev re ji bo parastina ekolojiyê têbikoşin."