Şûnwarnas Fatma Aslan: Hevsel û Sûr dîrok e û dîrok tê tunekirin

  • 09:08 28 Nîsan 2020
  • Ekolojî
Berîtan Canozer 
 
AMED - Şûnwarnas Fatma Aslan bal kişand ser texrîbatên ku li Sûr û Baxçeyên Hevselê tên kirin û got: "Ji bo Baxçeyên Hevselê wekî Heskîf nebe divê xebatên bên meşandin. Ji ber ku çand û dîroka li herêmê bi vî rengî ji holê tê rakirin û tên tunekirin."
 
Di dema qedexeyên sala 2015’an de li Sûra Amedê gelek cihên dîrokî hatin texrîpkirin. Her wiha Saziya Neteweyên Yekbuyî Ya Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) derbarê Sûrên Amedê û Baxçeyên Hevselê raporek amade kiribû û di raporê de hatibû diyar kirin ku divê ev der bên parastin. Şûnwarnas Fatma Aslan derbarê polîtîkayên hikûmetê ya li hemberî Baxçeyên Hevselê de nêrînê xwe ji ajansa me re parvekir û bal kişand ser lekolînên ku li ser Baxçeyê Hevselê kirine. 
 
Hevsel biheşta civîkan e
 
Fatma di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya Baxçeyên Hevselê û wiha axivî: “ Baxçeyên Hevselê di gelek çîrokan de cih girtiye. Wekî cihek pîroz tê dîtin û wekî kezeba bajêr ya Amedê tê pênasekirin. Baxçeyên Hevselê di helbest, wêje û gotinên devkî de ciheke mezin digire. Baxçeyên Hevselê hem hêla dewlemendiya dîrokî, çandî û xwezayî hem jî di hêla ekolojiyê de ciheke girîng digire. Baxçeyên Hevselê navbera Sûrên Amedê û Geliyê Dîcleyê de xwedî axakî kêrhatî ye. Ji Deriyê Mêrdînê ve dest pê dike dûvre pira Dehderî û heta Deriyê Nû dirêj dibe. 4 hezar donim e. Piraniya şêniyên Hevselê debara xwe bi çandina sebzeyên dikin. Her wiha taybetiyeke din a Hevselê heye ku ev jî cihê civîkan e û nêzî sed cûreyên çivikan li vir hene. Hevsel wekî Biheşta Civîkan tê zanîn."
 
‘Dixwazin dîroka Hevselê ji holê rakin' 
 
Fatma, diyar kir ku dema qedexeya derketina dervê li Sûra Amedê hat îlankirin gelek cihêh dîrokî yên Amedê hatin texribkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "UNESCO li Bakuya Azerbaycanê bi 43’yemîn Komîteya Mirateya Cîhanê re civînek li dar xistibûn. Beriya civînê raporek hat weşandin û di raporê de hat diyar kirin ku Baxçeyên Hevselê ya Sûrê ya Amedê divê bê parastin. Lê belê ji hêla Tirkiyeyê ve jî Baxçeyên Hevselê bêxwedî hat hiştin. Bi navê bajarbûyînê êrîşê baxçe û Sûrê hat kirin. Avahiyên dîrokî yên Sûrê bi navê bajarbûneke nû hatin texrîpkirin. Dixwazin bi vî rêbazê dîroka Baxçeyên Hevselê ji holê rakin."
 
Dîroka ku tehrîbat lê kêm nebûyî
 
Fatma, destnîşan kir ku di piştî qedexên derketina kolanan hatin rakirin nehiştin şûnwarnas tevlî xebatên restorasyonê bibin û got: "Tenê alîgerên xwe tevlî restorasyonê kirin. Bi vê rêbazê texrîbatên ku li cihên dîrokî hatin kirin weşartî man û derneketin holê. Ev tişt tê wateya tunekirina dîrokê. 88 sal beriya niha waliyê Amedê bi hinceta ku ‘Bajêr bêhnê nastînê û nexweşî belav dibin’ bi dinamîtan 100 metre Sûr hilweşand. Lê şûnwarnasekî fransî bi navê xwe Albert Louis Gabriel jî xwest bibe asteng. Di dîrokê de heta niha nêzîkatiya Tirkiyeyê li hemberî dîrok û çandê wisa bûye."
 
‘Ji bo enerjiyê xweza tê texripkirin' 
 
Fatma, di axaftina xwe de bal kişand ser aqûbeta Heskîfê û wiha axivî: "Ji bo heman aqûbet pêk neyê li hemberî Baxçeyên Hevselê divê em bikevin nava hewldanan û dîroka xwe biparêzin. Her wiha ligel evqas bertek û çalakiyan mixabin dîrok dibin avê de ma. Tirkiye enerjiya ceyranê ji bendavan digire. Li Tirkiyeyê nêzî 100 bendav hene û tenê ji sedî 7 ceyranê ji bendavan digire. Ev tişt nîşan dide ku armanca bendavan tenê tê wateya talankirin û texribkirina çand û dîrokê ye. Bi taybetî jî li herêma me pêk tê."
 
'Divê em Hevselê biparêzin'
 
Fatma dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser têkiliya xweza û mirovan û diyar kir ku jin û xweza giredayiya hev in ji ber ku herdû jî biberhem in. Fatma wiha dawî li axaftina xwe anî: "Niha hemû tişt bi betonan hatiye dorpeçkirin. Ji bo hilm û nûbûna xwezayê asteng in û dewletek bifikirin tenê ji bo rantê xwezayê qetildike. Baxçeyên Hevselê tenê ji bo cotkariyê divê vekirî be. Li xebatên ku li derdorê tên kirin xweza û çanda Hevsehê ji holê radike û zirare dide. Bi taybetî di serî de jin ji bo parastina Baxçeyên Hevselê di nava xebatan de bin."