'Şaredariyên ku gel diparêzin carek din bûn hedef'

  • 12:01 24 Adar 2020
  • Ekolojî
ÊLIH - Bertek û nêrazîbûnên rêxistinên siyasî û saziyên civakî ya li hemberî tayînkirina qeyûman didomin. Koordînasyona Heskîfê, da zanîn ku hevşaredarên Êlihê li dijî projeya Bendava Ilisû û li dijî projeyên xwezayê talan dikir derdiketin û ji ber vê yekê jî bûn hedef.
 
Duh qeyûm tayînê şaredariyên Êlîh, Farqîn, Licê, Gêl, Erxenî, Civanîka Sêrtê, Norşîna Bedlîsê û Xelfeliya Idîrê hatin kirin. Nerazîbûnên li hemberî tayînkirina qeyûman didomin. Rêxistinên siyasî û civakî yên sivîl jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê  ya ser Şaredariya Êlihê û binçavkirina hevşaredaran didin. 
 
Koordînasyona Heskîfê li dijî tayînkirina qeyûman daxuyaniyek nivîskî da. Koordînasyonê ragihand ku tayînkirina qeyûmê Şaredariya Êlihê rasterast bi projeya Bendava Ilisûyê û projeyên HES’ê ve girêdayî ne. Koordînasyonê da zanîn ku ji ber vîrûsa koronayê li cîhanê gelek projeyên hilweşandinê bi awayek derbasdar hatine sekinandin û îktîdara navendî ya Tirkiyê vê yekê veguherandiye fersendê. 
 
Koordînasyonê destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûmên şaredariyên Êlih, Farqîn, Licê, Erxenî, Gêl, Norşîn û bajarokên Xelfelî û Civanîkê îktîdar dixwaze rêveberiya xwecihî hilde bin serweriya xwe û îradeya gel hatiye desteserkirin. Koordînasyonê di daxuyaniyê de wiha got: "Hevşaredarên Êlihê yên niha binçavkirî ne di serî de li dijî projeya Bendava Ilisû û her cûre projeyên xwezayê talan dikir derdiketin û ji ber vê yekê jî bûne hedef. Koordînasyonê da zanîn ku tayînkirina qeyûman ne hiqûqî ye û qeyûm tayînî ser vîna gel û şaredariyên xwedî feraseta gelparêz û şoreşger kirine. Niha şûnve dixwazin bi feraseta qeyûm birêve were birin. Em wek Koordînasyona Heskîfê dibêjin ku bila demildest biryara tayînkirina qeyûm paş ve were girtin."