Emet Degîrmencî: Divê gotina ‘qada taybet polîtîke’ bê dubarekirin

  • 09:19 3 Adar 2020
  • Ekolojî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Lêkolînger Emet Degîrmencî keda jinê ya li qada taybet û malê tu car wê neyê dîtin û got wê demê ew femînîst wê dirûşma ‘qada taybet polîtîke’ dubare bikin.
 
Lêkolînger Emet Degîrmencî ku li ser teşeyên jiyanê yên zirarê nadin xwezayê lêkolînê dike balkişand ser keda jinê û got di rewşa krîza aborî, ekolojîk û civakî bê çareserkirin de wê bê dîtin û got: “Serdestiya mirovan a li ser xwezayê, di pêvajoya ku serdestiya mêr ya li ser jinê derketiye holê.”
 
Emetê got jinan ji dema neolotîk şûnde azadiya xwe winda kiriye û got para jinan a di çandinî, xurekê de gelek zêde ye û tovên bi tendurist ji aliyê jinan ve heta îro hatiye û got: “Di çandin û hilberandina xurekê de ji sedî 75 keda jinê heye. Bi polîtîkayên neolîberal, rewşa pantentkirina zanîna jinê derket holê. Ji bo ku zêdetir keda jinê bê dîtin, divê hawira ku zêdet mafê gotinê bêbikaranîn, bê afirandin. Divê bal bikişe ser keda jinê ya nayê dîtin û xwezayê.”
 
Emetê destnîşan kir ku ji bo mafê zindiyan di ekosîstemê de bê nasîn, aboriya piştevaniyê bikeve jiyanê û got: “Di qada taybet de; keda malê ji ber sedemên çandê wê neyê dîtin. Wê demê em femînîst divê di pratîkên xwe de şîara ‘qada taybet polîtîk e’ bê dubarekirin.”