‘Kanal Stenbol, karaseta hawirdorê ye’

  • 09:05 12 Sibat 2020
  • Ekolojî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Karasetên xwezayî li pey hev tên jiyîn û endama Lijneya ÇMO ya Stenbolê Dîlek Yuksel diyar kir ku israra di kanal Stenbol, santrala nukeler HES’an de karasetên xwezayî zêde dike û got: “Bi destpêkirina çêkirina projeya Kanal Stenbolê re wê li Stenbolê bêavî, pirsgirêkên trafîk û cînayetên kar bên jiyîn.”
 
Ekolojîst û endezyarên hawirdorê li dijî plansaziyên ku pêşî li karasetên xwezayî vedike hişyariyê dikin. Endama Lijneya Odeya Endezyarên Hawirdorê (ÇMO) ya Stenbolê Dîlek Yuksel der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Di xebatên ARGE de ‘hawirdor’ li ku ye’
 
Dîlekê bi lêv kir ku ji ber berf têr nabare û germahî zêde bûye hevsengiya vê jî xera kiriye û ji ber germahiyê çavkaniyên avê ziwa dibin. Dîlekê wiha got: “Der barê avê de kampanya tên kirin. Gelo bikaranîna avê tenê bi armanca malê tê kirin?Tenê avên bermayî zirarê didin xwezayê?Ji bo av baş bê bikaranîn kampanya hatibûn kirin?Di xebatên Qanûna Herêmên Pêşxistina Teknolojiyê (ARGE) de hawirdor li ku cih digire?”
 
‘Qadên çandiniyê tên talankirin’
 
Dîlekê destnîşan kir ku erdên çandiniyê di demên dawî de ji bo avahiyên komîn tên bikaranîn û ji hilberînê tên dûrxistin û got: “Polîtîkayên çandiniyê li şûna bên hilberandin, qadên çandiniyê tune dike. HES her tim di rojevê de ne. Dema HES tên çêkirin divê wek santralên nuklerê bên lêpirsînkirin.”
 
‘Projeya Kanal Stenbol û balafirgehê mînak e’
 
Dîlekê got dema mirov li şewatên daristanan dinêrin dibînin ku polîtîkayên hikûmetê li alî sermayê ne û projeya kanal Stenbol û balafirgeha sêyemîn jî mînak in û got qadên jiyanê ji bo projeyan tê tunekirin û wiha berdewam kir: “Projeyên îro bi înat hewl tê dayîn bên çêkirin, xespkirina qada jiyana xwezayî ye. Bi projeya Kanal Stenbol wê hewcedariya ava Stenbolê ji sedî 29 winda bibe. Projeya Kanal Stenbol projeyek hilweşînê ye.”