Rêjeya tunebûna daristanên Amazonê bûye du qat

  • 11:03 8 Sibat 2020
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Brezîlyayê her diçe daristanên mezin ên li Amazonê tune dibe, hate ragihandin ku li gorî meha borî ev rêjeya tunebûna daristanê bûye du qat.
 
Daristanên Amazon ên weke ‘Cigera Spî ya Cîhanê’ tê zanîn ya ji sêyan du li Brazîlyayê cih digire, di salên dawî de her diçe tune dibe. Li gorî encamên Enstîtûya Lêkolînê ya Fezayê ya Navnetewey (INPD) ku dispêre daneyên fezayê, rêjeya tunebûna qadên daristan ên meha çilê ya 2020’ê li gorî çileya sala 2019’ê ji sedî 108 zêde bûye.
 
Li gorî vê di meha borî de 280 kêlometre qada daristanê tune bûye. Li gorî daneyên INPE’yê dema me li meha çileyê ya 4 salên dawî tînin beramberî hev, asta tunebûna qadên daristanê hê zêdetirin. Çileya 2017’an 58, çileya 2018’an 183 û çileya 2019’an jî 136 kêlometre qada daristanê tune bûne.
 
Piştî hilbijartina Serok Dewlet Jaîr Bolsonaro yê bi helwestên xwe yên nîjatperest û mijara guhertina avhewayê tê zanîn û şûnde qetlîama daristanên Amazonê hê zêdetir bûye. Di sala 2018’an de bi giştî 4 hezar û 946 kêlometre daristan tune bûye, dema Jaîr hat ser erkê ya sala 2019’an bi giştî 9 hezar û 166 kîlometre qada daristanê tune bûye.
 
Li dijî Bolsonaro yên şewta ku di mehên havînê de li Amazonê pêk hatin û rê li ber ziyanên mezin vekirin, nerazîbûnên cidî hatin raberkirin. Jaîr sala borî dema Serokê INPE Rîcardo Galvao asta şewata sala borî raxist ber çavan hewl dabû wî ji erkê bigire.