Şaredariya Gel a Reqayê 100 hezar darên zeytûnan çand

  • 15:05 7 Sibat 2020
  • Ekolojî
REQA - Daîreya Baxçeyan ya Şaredariya Gel a Reqayê, li gelek herêmên Reqayê 100 hezar derxên zeytûnan çand. 
 
Bi dagirkirina DAÎŞ'ê ya Reqayê re xweşkahiyên xwezayî yên bajêr yên xwezayî jî bibûn hedefa çeteyan. Lê piştî ku di 17'ê Cotmeha 2017'an de bajar ji aliyê Hêzên Demokratîk Ên Sûriyeyê (QSD) ve hat rizgarkirin xebatên ji bo nûjenkirina bêjê jî hatin destpêkirin. Di çarçoveya van xebatên nûjenkirinê Daîreya Baxçeyan ya Şaredariya Gel a Reqayê, li gelek herêmên Reqayê 100 hezar derxên zeytûnan çand.
 
Daîreya Baxçeyan a Şaredariya Gel ji bo ku gundî biçûnin derxên daran belaş belav dike.