Piştî 5 salan Sûr: Avahiyên dîrokî hatine hilweşandin

  • 09:12 31 Çile 2020
  • Ekolojî
AMED - Endama TMMOB'ê Nevîn Soyukaya ku beşdarî lêkolîna qadên dîrokî yên Sûrê bû got: "Berhem û avahiyên dîrokî êdî nema ne û yên ku mane jî bi restorasyoneke şaş tên texrîpkirin. Ev tişt jî di bin navê ‘Modernbûn’ û 'bajarvaniyê' de hatiye kirin."
 
Di 5’ê kanûna 2015’an de biryara qedexeya derneketina kolanên Sûrê hatibû dayîn. Piştî qedexeyê cihên dîrokî hatin hilweşandin. Li Cihên ku hatin hilweşandin dest bi restorasyonê kirin lê belê ne li gorî xwezaya cihên dîrokî hatin restorekirin. Endama Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) Nevîn Soyukaya diyar kir ku di ser qedexeyê re 5 sal derbas bûn, cara yekem e çûne cihên ku hatine qedexekirin û li vir lêkolîn kirine. Nevîn çavderiyên xwe yên lêkolînê bi ajansa me re parve kirin.
 
Nevîn diyar kir ku dema çûne Sûrê rastî dîmenên ne xweş hatine û wiha gotina xwe berdewam kir: "Piştî 5 salan daxwaza me ya çûyina Sûrê hat qebûlkirin. Dema em çûn kolanên Sûrê em bi hestiyar bûn. Ji ber ku ji rewşa wê ya berê tiştek nema bû. Gelek ji me li vir ji dayikbûn, mezinbûn û li vir xebitîn. Dema me berhemên dîrokî dît em matmayî man. Her wiha li şûna avahiyan êdî eraziyeke mezin hebûn. Bi taybetî avahiyên dîrokî hatibûn terikandin û hatibûn hilweşandin. Edî ev der nayê naskirin. Hilweşandina avahiyan tenê feydeyê bide berjewendiyên hîn kesan."
 
‘Li Sûrê eraziyên mezin...'
 
Nevîn di axaftina xwe de bal kişand ser avahî û berhemên dîrokî û wiha axivî: "Gelek deverên avahî û berhemên dîrokî ji binî hatine xirakirin. Wekî dîwarên 'Camiya Kurşunlu' ye bi giştî hatiye rakirin û li şûna wê bi awayekî ji xwezaya wê dûr hatiye mezinkirin. Her wiha deriyê ku ji dema Bîzansê de ma bû hatibû rakirin. Dêra Katolîk a Ermeniyan jî hatibû hilweşandin û niva dêrê kiribûn rê, lê piştî bertekan li şûna rê hewşek hatiye avakirin. Camiya Hasirliyê ya taxa Fatîh Paşayê jî ji holê hatiye rakirin û bûye eraziyeke mezin."
 
‘Sembolîk hatine restorekirin' 
 
Nevîn, da zanîn ku ku hîn avahî bi sembolîk hatine restorekirin û wiha got: "Kolan, avahî, cihên dîrokî ne li gorî xwezaya xwe hatine veguhertin. Li gorî daneyên Wezareta Çandê 50 cihên dîrokî bi sembolîk hatine restorekirin û nêzî 80 cihên dîrokî jî hatine hilweşandin. Ji xwe derveyî van tiştan êdî tiştek li Sûrê nema ne. Tunekirin û îmhakirinek wisa heye ku êdî nayê rastkirina. Her wiha avahiyên dîrokî yên ku di şer de zerar dîten jî bi tevahî hatine xirakirin. Êdî xîmê van berheman nema ne.”
 
‘Xweza hat qetilkirin’
 
Nevîn, destnîşan kir ku dîmenên ku li Sûrê derketin holê trajediyek e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dîwarên Sûrê ên ku sembol û taca Amedê ye îro bi restorasyoneke şaş re rûbirû ye. Deriyê ku li hindurê Sûrê ve vedibe jî kirine şaneşîn. Cadeya ku li kelêka Sûrê jî zift û beton kirine. Ev tişt zirarê dide Sûrê. Xweza hatiye qetilkirin û tişta ku tu êdî şîrove bikî tuneye. Di bi navê ‘Modernbûn’ û 'bajarbûnê' de avahî û berhemên dîrokî hatin tunekirin."