'50 hezar donim erd di nav pencên çeteyan de ye'

  • 09:02 12 Çile 2020
  • Ekolojî
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Hevseroka Saziya Çandiniyê Zehra Neman erdên ku ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê bi êrîşan ve rûbirû mane nirxand û got: "Bi hezaran donim erd hatiye dagirikirin û gel nikare wê biçîne."
 
Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran donim erdê gel hebû niha nehatine çandin. Bi sedhezaran ton ceh û genimê gel hatin talankirin. Gelê ku dixwazin biçin erdê xwe biçinin rastî gulebarana çeteyan tên. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Saziya Çandiniyê ya Navçeya Til Temirê Zehra Neman axivî. 
 
'50 hezar donim erd di nav pencên dewleta tirk de ye'
 
Zehrayê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zirarên ku ji ber êrîşan pêk hatî û wiha dom kir: "Ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê bi hezaran ji erdê Serêkaniyê ketine bin dagirkeriya wan de her wiha bi hezaran ceh û genimê gel hatin talankirin. 50 hezar donim erd zêdetir yê Navçeya Til Temirê di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye."
 
'10 hezar donim erd di xeta agir de ye'
 
Zehrayê diyar kir ku erdê heyî jî gel nikarin biçînin û wiha axivî: "Aboriya gel ji çandiniyê tê, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê jî bi zanebûn nahêlin û guleyan berdidin cotkarên ku dixwazin ber bi erdê xwe ve biçin û biçînin. Dixwazin gelê heyî jî ji axê derkeve û koç bibe, lê her roj jî cotkar gazinan ji gulebarana dewleta tirk li ser wan dikin û daxwaza wan jî heye ku çete û tirk ji xaka me derkevin û dîsa vegerin nava zeviyên xwe. Zêdetirî 10 hezar donim erd di xeta agir de ye kes nikare nêzî wê bibe."
 
'Erdên çandiniyê mayîn dikin'
 
Zehrayê got ku çete erdê çandiniyê mayîn dike û wiha dewam kir: "Gel ji ber topbaran û gulebaranê ditirsin ku biçin nava erdê xwe. Dewleta tirk û çeteyên wê erdê cotkaran mayîn dike, ev jî astengiya cotkaran û êşa wan mezintir dike."
 
'Daxwaza cotkaran a geşkirina çandiniyê zêdetir dibe' 
 
Zehrayê bal kişand ser daxwaza gel ya berdewamkirina çandiniyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Daxwaza gel a çandiniyê ji berê zêdetir heye, eger rewşa hewayî baş bibe em ê mazot û gûbreya ziraaî li cotkaran belav bikin. Daxwaza çandiniyê jî asta girêdana cotkaran bi axê xwe ve diyar dibe."