Dûman gihaşt Emerîkaya Başûr

  • 11:47 7 Çile 2020
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Evûstralyayê ji ber şewatê bi dehan kes û bi sed milyonan heywan miribûn. Hate ragihandin dûmana vê şewatê gihiştiye Şîlîyê ya ku 12 hezar kîlometreyan dûr e.
 
Ji meha Îlonê û vir ve li Evûstralyayê daristan dişewitin. Ji ber van şewatan heta niha 8 milyon hektar qad bûne xwelî. Dûmana şewatê gihiştiye Emerîkaya Başûr a ku bi hezaran kîlometreyan dûr e.
 
Rayedarên Şîlî û Erjantînê daxuyanî dan û diyar kirin ku dûmana şewata li Evûstralyayê gihiştiye welatê wan. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku dûman ji ser Okyanûsa Pasîfîkê gihiştiye Şîlîya ku 12 hezar kîlometreyan dûr e.
 
Ajansa meteorolojî ya Erjantînê SMN’ê jî diyar kir ku dûman piştî şeş hezar metreyan dest pê dike, îxtîmala wê tuneye ku bikeve lê ji ber dûmanê roj sor bûye. Tê diyarkirin ku wê ewrên dûmanê xwe bigihînin heta Brezîlyayê.