'Dîrok bi tunebûnê re hatiye rû hev'

  • 09:13 4 Çile 2020
  • Ekolojî
STENBOL - Hevberdevka HDK’ê ya Stenbolê Gurbet Aydogan, diyar kir ku tê plankirin ku projeya Kanal Stenbol bi baca Tirkiyeyê bê çêkirin. Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bulut jî got ew samimiyeta desthilatdariyê ji Heskîfê nas dikin û got dîrok anîna asta tunebûnê.
 
Ji bo betalkirina projeya Kanal Stenbol, gelek aliyan kampanyayên îmzeyan dan destpêkirin û daxwazname dan Midûriyetên Hawirdor û Bajarvaniyê.
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gurbet Aydogan, got serokomar Tayyîp Erdogan Kanal Stenbol di 2011’an de aniye rojevê û îro jî dixwaze bike jiyanê û got: “Xeyaleke ji Osmaniyan maye dixwaze bike jiyanê. Ev proje di dema Osmaniyan de tê rojevê. Ev lingekî siyasî yê Osmaniyan bû. Lê ya girîng ev e ku ev proje projeya talankirina xweza û çandê ye.”
 
‘Wê bi baca Tirkiyeyê bê çêkirin’
 
Gurbetê bi lêv kir ku serokomar xwe ji globalkirina gel xwedî dike û niha ji hemû muxalîfan re dibêje ‘hûn bixwazin jî nexwazin jî em ê Kanal Stenbolê çêbikin’. Yanî ji muxalîfan re dibêjin ‘hûn xwe rêxistin bikin bên cem hev jî em ê vê bikin jiyanê’. Dixwaze wisa hêza muxalefetê biçewisîne. Lingekî din jî pirsgirêka bekayê ye. Ev derxist û xwest agirê derxistiye geş bike. Li welat çavkanî nemaye. Gelo ev proje wê çawa bê çêkirin? Bêguman wê bi bacên gel çêbikin. Ev proje wê ne tenê hişê Stenbolê, wê bandorê li ser Marmarayê jî bike.Divê her kes li dijî vê projeyê derkeve.”
 
‘Ya girîng têkoşîna civakê ye’
 
Elîf Bulut jî got ev proje projeya hilweşîn û komkujiyê ye û got: “Proje di encama hewcedariyê de derneketiye holê. Me têkoşînek bi bandor daye ber xwe. Ji bo proje çênebe têkoşîna gelan girîng e. Ya girîng têkoşîna civakî ye. Projeya Kanal Stenbol, tenê pirsgirêka Stenbolê ya hemû Tirkiyeyê ye. Bi rastî ev hewcedarî ye? Gelên li wir dijîn qada wan ya çandiniyê heye. Proje di heman demê de bandorê li ser ekosîstemê jî dike. Em samimiyeta vê desthilatdariyê ji Heskîfê nas dikin. Dîrok anîne asta tunebûnê. Em têkoşînek bi bandor li dijî vê projeyê esas digirin.”