Nifşê Pisîka Wanê bi tunebûnê re rûbirû ye

  • 09:02 17 Kanûn 2019
  • Ekolojî
WAN - Pisîka Wanê bi taybetiyên li cîhanê navdar in. Xwediyê mala pisîkên Wanê Ferhat Bilicî diyar kir ku ji ber mudaxaleyên bêpergal ên mirovan nifşê pisîkan bi tunebûnê re rûbirû dimîne. 
 
Pisîka Wanê bi pirça xwe ya spî, çavên xwe yê şîn û zer li cîhanê navdar e. Taybetiyek wan a din jî ev e ku ji bilî Wanê nikarin li cihekî din bijîn. Heta salên 2000’î hema hema li her kolanên Wanê dihatin dîtin lê niha pir kêm in û li cihên diyarkirî tên xwedîkirin. Pisîka Wanê veguheriye alava bazirganiyê. 
 
Der barê pisîka Wanê de xwediyê mala pisîkên Wanê Ferhat Bilicî agahî dan. Ferhat diyar kir ku sê cûreyên wê hene û got: "Sê cûreyên pisîkên Wanê hene. Ew pisîkên cureyê yekem çavên wan şînin. Cureyê dûyemin ji ew in ku yên çavên wan reş in. Pisîkên Wanê heta 20 salî dijîn. Pisîkên Wanê nikarin li cihên germ bijîn û sermayê hez dikin. Wekî gurên Sibiryayê ne. Dema pisîkên Wanê bibin heremên germ vê demê pisîk nikarin bijîn. Bi taybetî ji cihên wekî Edene, li vir tenê salek dijî. Ji ber vê ji Wanê derxistin zirarê dide pisîkan."
 
‘Pisîkên Wanê divê di nav xwezayê de bîjin’
 
Ferhat di axaftina xwe de qala çîroka pisîkên Wanê wiha kir: "Tê texminkirin ku pisîkên Wanê di dema Urartuyan de jî hebûn. Di dema Urartuyan baweriyeke wiha hebû. Gava ku şahên wan dimirin ew bi hespên xwe ve dihatin veşartin. Di lêkolînên kolandinê de her tim hestiyên hespan dihatin dîtin. Lê lêkolînên ku di demên dawiyê de hatin kirin de derket holê ku li gel hestiyên hespan hestiyên pisîkan jî hatin dîtin. Pisîkên Wanê nêçîrvanin û ji ber wê jî divê di nav xwezayê de bîjin.” 
 
‘Divê derxistina pisîkên Wanê li derveyî bajêr bê qedexekirin' 
 
Ferhat di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li gel derxistina pisîkên Wanê nifşê wan zirareke mezin dibîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema ku hûn pisîkên Wanê di civata malê de xwedî dikin, hûn zirareke mezin didin. Min di nava 4 salan de 600 pisîkên Wanê berda nava xwezayê. Em pisîkan nafiroşîn û em li dijî firotina pisîkan in. Li dijî firotina pisîkan me serî li gelek deveran da. Dema ku me pisîk şandin xwezayê nifşê wan zêde dibe û zirara tunebûna nifşê pisîkên Wanê jî kêm dibin. Ji bo ku em pêşiya vê bigirîn divê zagonên ajalan bên derxistin û firotina ajalan bê qedexekirin. Gava ku pisîkên Wanê dibin erdnîgariyeke din hûn di wî demî de dibin sedema kêmkirina nifşê pisîkên Wanê. Pêwîste ku pisîka Wanê ji Wanê neyê derxistin. Cîhana pisîka Wanê, Wan e.”