Di civîna avhewayê de li hev nekirin

  • 10:36 16 Kanûn 2019
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Civîna avhewayê ya COP25 ya ku Neteweyên Yekbûyî li Madrîdê li dar xistibû, roja yekşemê bi dawî bû. Krîza avhewayê ketiye rêyeke bêveger û rêveber bûn sedem ku ev firsend ji destê wan derkeve.
 
Nûnerên 196 welatan tevlî civîna avhewayê bûn. Ligel ku ev civîn 2 rojan hat zêdekirin jî, peymaneke ku bi kêrî bersivan were, nehate îmzekirin.
 
Nîqaş li ser qaîdeyên çarçoveya mekanîznamayên bazara karbonê ya navneteweyî sekinî. Wekî gava dawîn a Peymana Avhewaya 2015’an pêdivî bi vê peymanê çêbûbû. Ligel ku bi milyonan kes daketin qadan û zanyar li ser vê meseleyê hişyarî dan jî teksta ku roja yekşemê hate qebûlkirin, nikare lezgîniya avhewayê bi cih bîne.
 
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres got ku “Ji ber encamên COP25’ê ez xemgîn bûm.” Antonîo diyar kir ku di warê çareserkirina krîza avhewayê de firsendeke mezin ji destê wan derketiye. Wezîrê Jîngehê yê Îspanyayê Teresa Rîbera diyar kir ku vê civînê ‘tahmeke tahl’ li pey xwe hiştiye. 
 
Yek ji avakarê Peymana Parîsê Laûrence Tûbîana jî got ku “Aktorên ku em ji wan hêvîdar bûn, ji bendewariyên me re nebûn bersiv.” Welatên mezin ên ku bûne sedema qirêjiyê di warê bilindkirina hedefên xwe de tu peyam nedan. DYE jixwe diyar kiribû ku ew ê di meha Mijdarê de ji Peymana Avhewayê ya Parîsê xwe vekişîne.
 
Gelek muzakerevanan diyar kirin ku Siûdî Erebistan, Brezîlya ve Evûstûrya bûne sedema ku lihevkirin pêk neyê. Yekîtiya Ewropayê jî di hedefa xwe de diyar kir ku heta 2050’an xwe bigihîne ‘sifir karbon’ê.