Projeya ava cuhê ji ber qeyûm nîvco ma

  • 09:37 1 Kanûn 2019
  • Ekolojî
WAN - Piştî ku qeyûm tayînê şaredariya Artemît a Wanê bû, projeya ava cuhê nîvco ma. Welatiyan xwestin ku dora cuha ku ji bo zarok û sewalan rîska mezine, bê girtin û bi lêv kirin ku qeyûm tu xizmetê nake.
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de tevî ku namzeta HDP’ê Gulcan Kaçmaz bi dengekî mezin hilbijartin qezenc kir jî YSK’ê bi hinceta ku Gulcan bi KHK’ê hatiye îxrackirin mazbata wê nedayê. Li şûna Gulcanê, namzetê AKP’ê anîn şaredariyê. Bi tunekirina îradeya gel, zêdetir zirarê didin gel.
 
Dora cuhê vekirî ma
 
Şaredariya DBP’ê di dema xwe de dora cuha avê ya li taxa Bayirli lêkir û ji bo bi hesinan bê girtin projeyek da destpêkirin. Lê piştî qeyûm nîvco ma. Hem bîhn ji cuhê tê û hem jî ji bo zarok û sewalan xeter e. Welatiyên li nêzî cuhê dijîn jî ji bo zarok û sewalên wan nekevin cuhê , hewl didin bi poşet û daran bigirin.
 
Jina bi navê Antîka Sariboga diyar kir ku di dema şaredariya DBP’ê de xebat dihat kirin û niha tu xizmet li navçeya wan nayê kirin û got: “Me ji bo dora cohê bê çêkirin serlêdan kir û şaredariya DBP’ê hema hema proje xist jiyanê lê nîvco ma. Kuçik dikevin cohê û havînan bîhnê dide. Zarok hewl didin derbas bibin û bi rîske. Lê şaredariya niha tu xebatê nameşîne.”