'Berê li her malekê bijîşkek jin hebû'

  • 09:01 27 Mijdar 2019
  • Ekolojî
Zeynep Durgut
 
QERS - Îpek Erkmen a ku 30 salin bi rêbazên tipa alternatîf ji giyayan dermanan çêdike anî ziman ku li gel pêşveçûna tipê nexweşî zêde dibin û got ku divê jin tipa alternatîf an go dermankirina xwezayî ji nifşê nû re ragihînin. 
 
Jinên ji dîrokê heta roja me ya îro di nav xwezayê de ne, ji tipa alternatîf re jî pêşengiyê dikin. Yek ji kesên ku di roja îro de tipa alternatîf (dermankirina xwezayî) ji bo xwe kiriye aramanc jina bi navê Îpek Erkmen (78) ya ku li bajaroka Bazarcixê dijî ye. Îpek di demsala biharê de giyayên ku li  çiyayên herî bilind şîn dibin kom dike û ji van giyayan  ji bo nexweşiyan ji jinan re dermanan çêdike. Îpekê diyar kir ku her jinek bi tena serê xwe bijîşk e û got ku divê jin xwedî li vê kevneşopiyê derkevin. 
 
‘Her cureyê giyayê ku li ser xaka me şîn dibe derman e’
 
Îpekê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji berê û heta niha jinên kurd bi giyayên herî bi şîfa bi awayê xwezayî ji nexweşiyan re bûne çareserî û wiha axivî;” Ji berê û heta roja me ya îro em her hatina demsala biharê berê xwe didîn çiya û zozanan û cureyên giya li ku zêde bin em diçîn wê derê.  Her cureyê giyayê ku li ser xaka me şîn dibe derman e. Bi salane ez ji giyayan  dermanan çêdikim. Ez bi taybetî jî dermanên ku ji nexweşiyên jinan re baş çê dikim. Min  ji darçin, rûnê zeytûnan û gulên spî derman çêdikim. Çêkirina dermanan û ji van dermanan sûd girtin ez ji jinekê hîn bûm. Wê derman çêdikirin. Min ji mereq kir û min dest bi berhevkirina giyayên bi şifa kir. “
 
‘Di herm malbatekê de bijîşkek jin hebû’
 
Îpekê anî ziman ku ji dîrokê heta niha jinên ku dermanan çêdikin her tim ji nedîtî ve tên û got ku tiştê ku herkes jê nerazî be  bizanibin ku ew tişt başe ji ber wê nerazî ne û wiha dom kir;” Bi çêkirina van dermanan ez ji jinan re bûm bijîşk. Li vê bajarokê her jinek tê cem min, ji bo ku jê re dermanekî peyda bikim.  Bi taybetî ji aliyê mêran ve jinên ku dermanan çêdikin wekî pîrhevok tên dîtin û wisa tên nirxandin. Heta niha herkesi pir hewl da ku ez dest ji çêkirina dermanên xwezayî berdim. Lê min dev jê berneda. Ez dizanim wê roj were ji bo hilbijartina giyayên bi şifa bang li me bikin. Ez ji nevî û bukên xwe re dibêjim ez îro heme dibe ku sibê nebim, werin ez nîşanî we bidim. Hez nakin hîn bibin. Di serdema nû ya jiyanê de hebûna bijîşkan ewqas ne bi wate bû. Ji ber ku di her malbatekê de bijîşkek jin hebû. Me ji her giyayekî sud digirt. Lê niha ne wisa ye. Erê raste tip her ku diçe pêşve diçe lê pêşveçuyina tipê bi xwe re zêdebûna nexweşiyan jî tîne. Me berê pêdivî nedidît ku em biçin nexweşxaneyan û me bi xwe zarokên xwe derman dikirin. Di wan salan de nexweşî wekî van salan ewqas zêde ji nebûn. Lê niha mirov li civakê dinêre ji 10 kesan 5 kes nexweşin. Ev jî têkçûna xwezayê û zêdebûna nexweşiyan nîşan me dide.”
 
‘Divê dermankirina xwazayî ji nivşê nû re bê ragihandin’
 
Îpekê di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku ji her giyayekî  sud bigirin û got ku parastina giyayan pêşeroja tendurîstiya aşkere dike   û wiha dawî li axaftina xwe anî;” Li erdnîgariya me her cure giya şîn dibe û mirov dikare ji her nexweşiyekê re giya bibîne. Lê mixabin di warê xwedîderketin û parastina van giyayan de em pir qels dimînin. Jin ji berê û heta niha bi komkirina giyayan re mijulin. Pêwîste ku jin tipa alternatîf ango dermankirina xwezayî ku bi destê  jinan hatiye afirandin û hêja ji didome ji nifşê nû re jî ragihînin.”