Ayşe Acar Başaran: Em dikarin Çiyayên Kaz jî Heskîfê jî xilas bikin

  • 09:15 26 Mijdar 2019
  • Ekolojî
Rengîn Azîzoglu
 
ÊLIH - Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran, der barê xetereya ku bajarê dîrokî yê 12 hezar salî Heskîf bi tunebûnê re rû bi rûye de axivî û got ji bo xilaskirina Heskîfê hîna pir ne dereng e û got: “Em gotin, ziman, nirxên xwe bikin yek û bi vê hişmendiyê nêz bibin em ê Çiyayên Kaz, Uzun Gol û Heskîfê xilas bikin.”
 
Ji ber projeya Santrala Hîdroelektîrîk û Bendava Ilisuyê ya ku di çarçoveya Porojeya BaşurêRojhilatê Anatolyayê (GAP) de di sala 1954’an de li ser Çemê Dîcle dest bi çêkirina wê hat kirin, wê bajarê dîrokî yê 12 hezar salî Heskîf tune bibe. Sûka dîrokî ya Heskîfê hat wêrankirin û bermahiyên dema Roma yên kolana Kale jî bi maşîneyên kar tê tunekirin. Ji ber bendava ku temenê wê 50 sal jî tune ye wê ev bi hezaran cih û warên dîrokî jî di bin avê de bimîne.
 
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, polîtîkayên li ser Heskîfê, rewşa dawî û tiştên divê bên kirin de axivî.
 
‘Tunebûna nebat û sewalan mijara gotinê ye’
 
Ayşeyê got dîrokek Heskîfê xwe ya xwe digihîne pêvajoya ewil a serdema Neolîtîk heye û li gorî berhemên derketine holê Heskîf yek ji cihekî xwecîhbûnê ya ewil e û got: “Heskîfê ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye. Yek ji taybetiya wê ya herî mezin ev e ku kîjan şaristanî hatibin jî talan û wêran kirin. Rastî talana Mogollan hatiye lê dîsa xwe xilas kiriye û heta îro hatiye. Lê niha bi tunekirinê re hatiye rû hev. Tunebûna nebat û sewalan jî mijara gotinê ye.”
 
‘Ev siyaset, siyaseta rantê ye’
 
Ayşeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku Heskîf ya ji dagirkirina Mogolan xilas bûye, ji dagirkirina AKP’ê xilas nebûye û got ev warê dîrokî wê ji bo bendavek 50 salî di bin avê de bimîne. Ayşeyê wiha got: “Hewl tê dayîn ku dîrok bê tunekirin û gel bê nasname û hiş bê hiştin. Em vê nêzîkatiyê, ji dagirkirina DAIŞ’ê ya cihên dîrokî dizanin. DAIŞ’ê ewil warên dîrokî hedef girtibû. Siyaseta tunekirinê tê meşandin. Ev siyaset li aliyekî jî siyaseta rantê ye. Ranta wir pêşkêşî alîgirên xwe dikin. Em bi siyaseteke bênasname hiştinê re hatine rû hev.”
 
Ayşeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Riyê nû hatine vekirin û riyên ku raste rast diçûn wir hatine girtin. Turba Zeynel Bey û çend berhemên din yên dîrokî bar kirine ‘Heskîfa nû’. Heskîfa nû jî wek newala fîlmê ku filmên tirsê li pey xwe dihêle, ye. Hemû berhemên dîrokê nirxa xwe ya berê nahewîne. Wek guleke ku ji cihê wê digire û li cihekî din diçîne ye. Gelek cih hatin hilweşandin. Proja Ilisu ne projeyek nû ye. Beriya AKP’ê, jî desthilatdariyan dabû destpêkirin lê hatibûn sekinandin. Lê AKP’ê ev proje xist jiyanê. Ev ji bo Tirkiye û cîhanê şermek mezin e. Lê herî zêde jî ji bo AKP’ê şerm e.”
 
‘Em dikarin xilas bikin’
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê hemû kes ji alî xwe de xwedî li Heskîfê derkeve û saziyên navneteweyî dikare bi hewldana xwe pêk bîne ku Tirkiye li vê mîrasê xwedî derkeve. Ayşeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mixabin Wezareta Çandê ji bo Heskîf bikeve mîrateya cîhanê serî li UNESCO neda. Yên tên Heskîfê dikarin piştevaniyê bikin. Em di riyeke ku dikare lê vegerin de ne. Li hember me zîhniyeteke ku dîrokê ji xwe dide destpêkirin heye. Ev zîhniyet li her derê Tirkiyeyê tê nîşandan. Em dikarin Çiyayên Kaz, Heskîfê xilas bikin. Em dikarin Uzun Gol xilas bikin. Em ziman, nirx û gotinên xwe bikin yek dikarin xilas bikin.”