'Li her derê makîneyên kar dişuxulin lê ew pesnê xwe bi parastina hawirdorê vedidin'

  • 09:15 16 Mijdar 2019
  • Ekolojî
Filiz Zeyrek
 
EDENE- Ekolojist Çaglar Ozgençturk derbarê zirara ku li xwezayê tê kirin de wiha got:"Xebatên balafirgehê, çêkirina riyan, qadên HES'ê û înşatên otelan dewam dike û ev xebat zirarek mezin dide xwezayê. Lê îktidar li dijî vê yekê tiştekî nake."
 
Derbarê texrîbkirina xwezayê de Ekolojist Çaglar Ozgençturk nêrînên xwe anî ziman. Çaglarê got:"Li her derê makîneyên kar dişuxulin lê ew pesnê xwe bi parastina hawirdorê vedidin."
 
'Ji bo santralên nukleerê daristan qetil kirin'
 
Çaglarê da zanîn ku nukleer santralên tê xwestin ku li Mêrsîn û Sînopê bên avakirin zirarek mezin ew ê bide xwezayê û wiha dewam kir:"Ji bo santralên nukleerê daristan qetil kirin. Ger bermahiyên nukleerê li der û dorê belav bibe ev yek hem zirarê dide xwezayê hem jî dide tenduristiya mirovan. Her wiha dewleta tirk di warê ewlekariya kar û xebatkaran de gelekî paş de maye. Tevî vê yekê zirarên ku ew ê çê bibin hîn zêde dibin. Termik santrala ku li Herêma Yumurtalik a Edeneyê cih digire jiyana zindiyan tehdît dike. Ji bo tesîs bicemide bi tonan avê xerc dikin û dema ev av paşde diçe behrê zirarek mezin dide. Dibe sedema qirêjiyê."
 
'Dixwazin gunehên xwe binixwimînin'
 
Çaglarê wiha dawî lê anî:"Xebatên balafirgehê, çêkirina riyan, qadên HES'ê û înşatên otelan dewam dike û ev xebat zirarek mezin dide xwezayê. Lê îktidar li dijî vê yekê tiştekî nake. Li her derê makîneyên kar dişuxulin lê ew pesnê xwe bi parastina hawirdorê vedidin.Ji ber ku zirar li xwezayê tê ev bandorek neyînî li ekosîstemê jî dike. Bi hinek kampanyayên ku binê wê vala ye dixwazin gunehên xwe binixwimînin. Ji bo dawî li vê karesatê bê divê civak di warê hişmendiyê de bê pêşxistin. Divê komkujiya daristanan bi dawî bibe.