‘Em bajar, xweza û xwe biparêzin’

  • 09:06 27 Cotmeh 2019
  • Ekolojî
Gulîstan Azak
 
MERSÎN - Ji Tora Parastina Jinan Îlknur Çîçek da zanîn ku krîza avhewayê ya ku pergala kapîtalîst a baviksalariyê afirandiye, mijarek femînîst e û got: “Hilweşîna avhewayê, newekheviya zayendî ya herî mezin adîroka mirovahiyê dihewîne. Werin em tora parastina xwe ya jinê biafirînin, em xwedî li jiyan û mafên xwe derkevin. Em bajar, xweza û xwe biparêzin.”
 
Hilweşîna avhewayê, tekoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan jî rastî hilweşînê tîne. Zêdebûna germahiyê, demên dirêj yên hişkesaliyê, barana tund û xela… Malbatên di peydakirina xwarinan de pirsgirêkan dijîn û rewşa wan ya aborî nebaş jî çarseriyê di zewacên temenê biçûk de dibîne. Li gorî daneyên Fona Nifûsê ya NY’ê di 2015’an de nêzî 4 mîlyon û nîv zarok beriya 15 salî hatine zewicandin. Li gorî Fona Zarokan a NY’ê ya UNICEF’ê ger rewşa 2015’an berdewam dike li Afrîkayên hejmara zewicandina zarokan wê di 2050’yî de bibe du kat û bigihêje 310 mîlyonî. Tê texmînkirin ku di 12 salên pêş me de hejmara zarokên zewicandî wê mîlyonekê bibîne.
 
Di hefteya krîza avhewayê de kampanya hat destpêkirin
 
Ji Tora Parastina Jinan, Îlknur Çîçek da zanîn ku mijara krîza avhewayê di heman demê de mijara jinê ye jî û got ew di koma xebata ekolojîk de xebatan dimeşînin. Îlknûrê da zanîn ku li seranserê Tirkiyeyê kampanyayan‘Em dixwazin bidin jiyîn’ dane destpêkirin û wê heta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta li hember Jinê bidomînin. Îlknurê wiha got: “Xebatên kampanyayê bi awayekî çalak didomin. Kampanya ne tenê êrîşên li hember jiyana jinê, hemû êrîşan dihewîne. Starta kampanyayê rastî hefteya Krîza Avhewayê ya 20-27’ê îlonê hat. Em wek Tora Parastina Jinê di çarçoveya kampanyayê de bi gelek mijara ‘jin û krîza avhewayê’ tevlî bernameya krîza avhewayê ya Platforma Dijberê Nukleerê ya Mersînê bûn.”
 
‘Jin ji karasetan xilas nabin’
 
Îlknurê daxuyakirin ku herî zêde ji karasetên hawirê ya û krîzan bi bandor dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne berpirs, herî zêde yên jê ne berpirsin bi bandor dibin. Yanî li xizanan dike. Xizanî jî herî zêde li jinan dixin. Ev karaset newekheviya zayenda civakî zêdetir dike. Di karasetên avhewayê de jî herî zêde jin dimirin. Ji ber ku di karasetan de derfetên xilasbûnê yên jinan pir kêm e. Li gorî lêkolînên me kirine, daneyên balkêş derketin holê. Di tofana 1990’î ya Bangladeşê de rêjeya mirina jinan ji ya mêran zêdetir e. Derket holê ku ji ber baweriya olî û serdestiya mêr, soberî ji bo jinan nayê fêrkirin. Ji ber jin nikarin soberiyê bikin jî di lehiyê de dimirin.”
 
‘Têkoşîna bi krîza avhewayê re, ji têkoşîna femînîst cuda nayê fikirîn’
 
Îlknurê destnîşan kir ku bi salan e jin li dijî polîtîkayên serdest yên mêr û kapîtalîzmê têkoşînê dimeşînin û wiha got: “Têkoşîna li dijî talankirina xwezayê ji bo jinan tê wateya parastina jiyanê. Têkoşîna jinan a xwezayê û bajaran, wek teşeyê parastina cewherî ya femînîst xwe nîşan dide. Jinên li dijî êrîşên xwezayê dengê xwe bilind dikin di heman demê de li dijî tunekirina qadên jiyanê û şîdeta jinê têdikoşin. Ji ber jin jiyana xwe ji çavkaniyên xwezayî digirin. Têkoşîna bi krîza avhewayê re, ji têkoşîna femînîst cuda nayê fikirîn. Newekheviya zayenda civakî dibe sedema ku jin zêdetir ji krîza avhewayê bi bandor dibin. Karasetên hawirdorê, newekheviya zayendî kûrtir dikin. Parastina jiyan û ekolojiyê ji ber vê parçeyek têkoşîna jinê ye. Ji ber vê em jin divê xwe, xweza û hev û din biparêzin.”