Platforma Krîza Avhewayê ya Enqereyê: Divê em li dijî krîza Avhewayê bikevin tevgerê

  • 09:10 13 Îlon 2019
  • Ekolojî
Dîlan Babat
 
ENQERE- Ji Platfroma Krîza Avhewayê ya Enqereyê Nîlgun Engîn û Îrem Usta diyar kirin ku krîza avhewayê ya ji çapemeniyê nayê bihistin wê ji wan bê bihistin û got wê di 20-27’ê îlonê Hefteya Greva Avhewaya Global de îmzeyê bavêjin gelek bernameyan û li dijî krîza avhewayê wê  rayedaran hişyar bikin.
 
Aktîvîstê avhewayê Greta Thunberg yê 16 salî ku der barê avhewayê de li ber parlamentoya Swîsreyê çalakî pêk anî û der barê krîza avhewayê de banga hestiyariyê kir. Li Tirkiyeyê jî zarok ji bo balê bikşînin ser krîza avhewayê çalakiyên cur bi cur pêk anîn û platformên cuda jî kampanya û xebat meşandin. Ji damzerînerên Platforma Krîza Avhewayê ya Enqereyê Nîlgun Engîn û Îrem Usta der barê krîza avhewayê de agahî da û pêşniyarên çareseriyê kir.
 
‘Tiştên ji çapemeniyê nayê bihistin wê ji me bê bihistin’
 
Nîlgunê got platform bi însiyatîfa ciwanan ava bûye û got: “Di navbera 20-27’ê îlonê de banga greva global hat kirin û me jî xwest em tiştekî bikin. Civîna ewil a platformê bi 25 kesî pêk hat. Koma me ava kiriye ji 90 kesî pêk tê û her diçe zêde dibe. Em ê li dijî krîza avhewayê gelek bernameyan pêk bînin. Krîzên avhewayê yên di çapemeniyê de nayên bihistin wê ji aliyê me ve bê bihistin.”
 
‘Em ê nivîsê bişînin şaredariyan’
 
Nîlgunê destnîşan kir ku texrîbatên şewata bi hefteyane li daristanê baranê yên Amazonê didomin bandor li ser avhewayê kiriye û li Tirkiyeyê jî ji ber şewitandina daristan û birîna daran zirarek mezin li xwezayê dibe. Nîlgunê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piranî ji polîtîkayên rantê pêk tên. Ev jî me dibin hilweşîneke global. Divê em li vê baldar bin û biryaran bigirin. Ji ber vê em ê 7 rojan çalakiyên cuda pêk bînin. Her kesî ji nûve xwe îfade kir. Em ê ji şaredariyan jî nivîsan bişînin. Em hewl bidin ku gelek kes vê ferq bikin.”
 
Nîlgunê wiha berdewam kir: “Yek ji sedemên din yên krîza avhewayê bikaranîna berhemên sewalan e. Niha hemû qadên çandiniyê bi çandiniyê tije bibe û kes êdî goşt nexwe û zirarê nede sewalan wê 10 mîlyon kes têr bibin. Li dijî krîza avhewayê veganî riya çareseriyê ye.”
 
‘Pêngavên divê em bavêjin hene’
 
Îrem Usta jî bi lêv kir ku di 25’ê Tîrmehê de li 18 welatî li 860 herêmê der barê krîza avhewayê ya lezgîn de bang kirine û li ser vê gelek şaredarî ketine tevgerê û got: “Em dibêjin ku divê şaredariyên Tirkiyeyê jî rewşê ferq bikin. Ji bo vê hewce bi windabûna demê nîne ku av bilind bibin û bikevin malan. Der barê vê de em ê ji xwe dest pê bikin û pêngavan bavêjin.”
 
Îremê jî balkişand ser veganiyê û wiha dawî lê anî: “Gaza metan 20 carî ji karbondîoksîtê zêdetir e. Çêlek rojane 500 lître gaza metan hildiberînin. Hilberîna derbarê hilberîna sewalan de ji sedî 50’yî zêdetir gaza serayê hildiberîne. Dema em bibin vegan ev ji sedî tonek û nîv kêm dibe. Hawireke ku 10 mîlyar mirovî xwedî dike heye. Lê em ji bo bedena sewalekê bixwîn, wan xurekan û sebzeyan didin sewalên li wan çewlîkan tên binpêkirin. Ji ber ava vexwarinê jî didin wan sewalan em nikarin xwe bigihînin avên paqij.”