Hişkesalî bandorê li aboriya global dike

  • 10:29 9 Îlon 2019
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî lêkolîna Neteweyên Yekbûyî, çolbûyîna ji ber şewata li daristanan û hişkesaliya bi salan15 trilyon dolarî zerarê dide aboriya global.
 
Ji Konvansiyona Têkoşîna li dijî Çolbûyînê ya Neteweyên Yekbûyî di lêkolîna xwe de da zanîn ku çolbûyîn dê bandorê li ji sedî 10 û17 bandorê li ser aboriya cîhanê dike. Her wiha li gorî daneyên Bankaya Cîhanê jî çolbûyîn heta niha bi qasî 85.8 trilyon dolar zerar daye aboriya global. Di serdema heyî de çolbûyîn salane bi 15 trilyon dolarî zerarê dide aboriya global.
 
Thîaw li bajarê Delhî ya Nû ya Hindistanê di dema konferanseke li dijî çolbûyînê de civîneke çapemeniyê li dar xistibûn û li vir hat diyar kirin ku çolbûyîna ku her sal bandorê li qadên çandiniyê yên 70 welatan an jî qadên daristanê dike, di heman demê de hejmara bahozê jî zirar daye. Li gorî Thîaw bi asta teknolojiya heyî re çolbûyîn dikare bê astengkirin. Li gelek welatan bi avdanê axê ya ji nû ve berhemdar dibe. Ev pirsgirêk ku yekser bandorê li jiyana 3.2 milyar mirovî dike. Her wiha dikare pirsgirêka germahiya global jî çareser bike û bandorê li tevahiya cîhanê bike.
 
Di rojên derbasbûyî de zanyaran qadên dikarin bibin daristan tespît kiribûn û diyar kiribûn ku bi çandina trilyonek darên nû re di têkoşîna li dijî germahiya global de pêşketineke mezin dikare pêk were. Li gorî Neteweyên Yekbûyî di asta global de germahiya global didome û hişkesalî jî roj bi roj girantir dibe. Eger bi vî rengî bidome wê sala 2025'an 1.8 milyar mirov ji avê bêpar bimînin û ji bo du ji sê parên nifûsa cîhanê jî av bibe çavkaniyeke krîtîk. Di sala 2045'an de jî herî kêm 135 milyon mirov wê ji warê xwe bibin.