Ekolojîst Suheyla Dogan: Divê li her derê teşeyên cuda yên têkoşînê bê bikaranîn

  • 09:12 30 Tebax 2019
  • Ekolojî
ÇANAKKALE - Ekolojîst Suheyla Dogan diyar kir ku dewleta ku madenên welat pêşkêşî şîrketên navneteweyî dike, ya dibe alava hêrsa kar a şîrketên pir netewî an jî dibe hevkarê wan û divê li her derê teşeyên cuda yên têkoşînê bê bikaranîn.
 
Li dijî komkujiya xwezayê ya ku Şîrketa Kanadayî Alamos Gold li Çiyayên Kaz dide meşandin di 26’ê Tîrmehê de nobeta Av û Wijdanê hat destpêkirin û didome.
 
Li gundê Kîrazli di 1987’an de piştî ku şîrketa lêgerînê ya bi navê Eldorado Gold ruhsat girt şûnde, Şîrketa Madenê ya Comîngo jî ruhsat girt û bi şîrketa Frontîner a Madenê re hevkariya xwe didomîne. Xebatên şîrketê demekê ji ber bihayên zêr ketin, navber hat dayîn lê ji sala 1990’î şûnde dîsa dest pê dike. Di serê sala 2000’î de jî kargeriyê ruhsat girt û ruhsatên ku bi mîlyon û nîv dolarî hatin girtin bi 6,5 mîlyon dolarî tê firotin û herî dawî jî hemû ruhsat ji aliyê Alamos Gold ve hat girtin. Parêzvanên mafê jiyanê, ji hemû geşedanan di pêvajoya Nirxandina Bandora li ser Hawirdorê (ÇED) agahdar bû. Tevî kampanyayên îmze û îtîrazên di civînên ÇED’ê de, bi erêkirina Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê re rapora ‘ÇED erêniye’ tê dayîn. Şaredariya Çanakkaleyê doza li ÇED’ê vekiribû jî ji 2013’an de berdewam dike.
 
‘Raya giştî piştî şewitandina daristanan ferq kir’
 
Seroka Lijneya Rêveberiya Komeleya Parastina hebûnên Çand û Xwezayî yên Çiyayên Kaz û endama Yekitiya Ekolojiyê Suheyla Dogan da zanîn ku di dema pêvajoya hiqûqî berdewam dikir, fîrmayê dest bi birîna daran kiriye û tevî hemû hewldanan piştî komkujiya mezin rayagiştî ji geşedanan agahdar bû.
 
Suheylayê bi lêv kir ku projeyên li Çiyayê Agirî sê carê vê ye û wiha got: “Şîrketa bi navê Newmont bi sê ruhsatên cuda ketê û rapora ‘ÇED hewce nake’ girt. Ev şîrketên mezin ên zêr ên cîhanê ne. Li gelek cihî ruhsatên wan hene û divê em li hember hemûyan têbikoşin. Bi Turmab re madena zêr a Lapsekî dest pê kir. Tepeoba madena molîbden hebû. Mixabin ji ber rezerve qedya talan jî sekinî û bêyî rehabîlîstasyon bê kirin hat terkkirin. Em bi Kîrazli re, li dijî madenên zêr yên Havran û Balyanê jî têdikoşin. Der barê Madena Zêr ya Demîrteşe de jî ÇED nedan.”
 
Suheylayê destnîşan kir ku talanê ji salên 2000’î de dest pê kiriye û Midûriyeta Giştî ya Lêgerîn Kontrol a Madenê (MTA) di 2005’an de li Çanakkaleyê ji bo civînê bang li hemû fîrmayên zêr yên biyanî kir û got wê cihê madenê nîşanî wan bide.
 
‘Fêdeya cemawerî tune ye, armanca karê heye’
 
Suheylayê daxuyakirin ku yek madeneke ku ruhsata wê nehatiye dayîn nemaye û got li aliyekî madenên welat tê firotin, li aliyê din jî li ser çemên biçûk jî HES tên çêkirin, bi jeotermal û santralên enerjiya ba Ege tê talankirin. Suheylayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li welatê me nêrîna ‘madena me heye ma bila di bin erdê de bimîne’ heye. Belê bila li wir bimîne. Çima çavkaniyên me teslîmî hevkarên herêmî, şîrketên pir netewî û kapîstalîstan bê kirin. Tu fêdeya madena zêr cemawerî re tune ye. Ev talana xwezayî tenê ji bo kara şîrketan tê kirin. Zêr ne madeneke ku divê îla hebe. Ji bo 100 gram zêr evqas talan bê wate ye. Ruyê erdê ji talanê baştir e. Kara dewletê jî ji sedî 2 e. Dewlet dibe alava karê ya dewletên pir netewî. Gelê herêmî jî bi bertîlan dikşînin cem xwe. Li wan deran têkoşîn zehmet bû. Lê parêzvanên mafê jiyanê bi biryar bûn. Em çûn cihên din ên Tirkiyeyê jî. Yên ji Cerattepe hatibûn hebûn. Di heman demê de bi 60 rêxistînî re hatin cem hev û têkoşîna Yekitiya Ekolojîst ava kirin.”
 
'Divê her der çiyayê Kaz, Munzur û Heskîf be'
 
Suheylayê her wiha bi lêv kir ku divê li her derê divê teşeyên cuda yên têkoşînê bê bikaranîn û xesasiyeta ji bo Çiyayên Kaz hatiye nîşandan divê li cihên din jî bê nîşandan û wiha dawî lê anî: “Divê her Çiyayê Kaz, Munzur û Heskîf be. Têkoşîna jinan ji destpêkê de ye di eniya herî pêş de ye. Ji ber talana xwezayî herî zêde bandor li jiyana jinan dike. Jin bi xwezayê re ye. Divê çalakiya nobetê bidome. Em biryara komîteya organîzeyê, şaredarî saziyên civaka sivîl nizanin. Em jî dixwazin di vî alî de bi bandor bin. Hêviya me ev e ku berwedan bidome, kon neyên rakirin.”