Ji bo xwenûkirina Amazonê pêdivî bi 100 salî heye

  • 11:46 26 Tebax 2019
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Şewata daristanên Amazonê demên dawiyê ket rojeva cîhanê û hat diyar kirin ku ji bo daristanên Amazonê xwe nû bike dibê 100 sal derbas bibe. 
 
Di demên dawiyê de sed hezar hektar daristanên Amazonê şewitin. Şewata daristanên Amazonê di rojeva cîhanê de ye. Hat diyar kirin ku ji bo daristan carek din xwe nû bike û dar şîn bibin pêwîste 100 sal derbas bibin. 
 
Ji Navenda Lêkolînên Hawirdorê ya Helmholz a li Leipzigê Rico Fischer ji kovara Spiegelê re axivî û bal kişand ser zerara mezin a şewata li Amazonan û tevahiya daristanan. Leîpzîg, diyar kir ku şewatên bi vî rengî li dijî pergala ekoya hesas pirsgirêkeke girîng e û wiha hat gotin: "Tevî qutkirina daran ji bo çandinî ya jî endustriyê, her wiha guhertina avhewayê jî eko sîstem gelekî betilandiye. Di demeke kurt de rêjeyeke bilind a karbondîoksîtê li atmosferê belav bûye. Amazon qada herî mezin a cîhanê ye ku nahêle karbondîoksît li atmosferê belav bibe. Hejmara şewatan zêde dibe û bi vî rengî gaz zerar dibe ku hîn bêhtir li atmosferê belav bibe. Xwenûkirina daristanên baranê dibe ku zêdeyî 100 salî bidome."