Karneya xwezayê ya 17 salan a AKP’ê: Çem û gir hatin talankirin

  • 09:08 19 Tebax 2019
  • Ekolojî
ENQERE - AKP’ê di seranserê desthilatdariya xwe de li gelek herêman xweza talan kir û kir xizmeta sermayê. Li Behrareş, Munzur, Çiyayê Kaz niha êrîş didomin. Ev jî nîşan dide ku polîtîka talankirinê ya AKP’ê roj bi roj kûr dibe. 
 
AKP’ê di 17 sala desthilatdariya xwe de li her çar aliyê Tirkiyeyê li qadên xwezayê madenên kanê, santralên HES’ê, santralên termîkê, projeyên mega xist jiyanê û di demên dawî talana xwezayê zêde kir. Tekelkirina Îdareya Avahiyên Komî (TOKÎ), muafiyetên Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) û bi hevkariya gelek qanûn û rêziknameyên wek Pêşnûmeya Qanûnî ya Prastina Curbicurkirina Biyolojîk rant heta îro berdewam kir.
 
Ji duh heta îro qadên ku hilweşîna ekolojîk lê pêk hatin û bandora wan wiha ye:
 
Li gorî guherîna di Qanûna Teşkîlata Karê Avê ya Dewletê de riya taybetkirina avê hat vekirin.Guherîn bi vê jî sînor nîne. Li gorî vê wê daristan hem dewrê sektora taybet bê kirin hem jî wek qada depokirinê bê bikaranîn.
 
Xala wek ‘dewlet dest dide ser xwezayê’ tê zanîn, hukmên sînorkirinên li pêş projeyên talanê rakir. Bi rayedarkirina Lijneya wezîran her cureyê destur û erê, ya ji bo girtina razemeniyan ji derê hat derxistin. 
 
Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê li seranserê Tirkiyeyê 2 mîlyon nîv hektar qadên sît li ber çavan derbas kir. Hinek cih ji qada sît hatin derxistin û hinek jî asta wan hat xistin. 
 
Di 2015’an de meha tîrmehê de bi pêvajoya pevçûnê re talan xwezayê jî destpê kir. Li Cizîr, Nisêbîn û Colemêrgê beşek mezin a daristanan hat şewitandin. Sewalên biyanî hatin qetilkirin. Di pêvajoya dawî de li Grava Marmara, Mugla, Kestel, Îznîk, Seyîtgazî, Eskîşehîrê û gelek herêmên din şewata daristanan hat jiyîn.
 
AKP’ê her wiha lihevkirinên nukleerê jî kir. Li Mersîn Akkuyu, Sînop Abali, Îgneada hat plankirin ku santrala nuklerê bê avakirin û li Akkuyu hîmê vê avêt. Ev projeyên ku rê li ber gelek xetereyan vedikin gelek caran ji aliyê gel ve hat protestokirin.
 
Her wiha li Deşta Alp ya qada sît e û di navbera sînorê şaredariya Alpu û Tepebaşi ya Eskîşehîrê ye jî tê xsetin ku santrala termîkê ya bi komir bê avakirin. 
 
Herêma Behrareş ya bi çem, hewa, daristan û nebatên endemîk tê zanîn, di nav lepê polîtîkayên rantê de ma. Herêm bi kanên madenê yên tên teqandin bi toz û xezazê re tê rû hev. HES’an çem ziwa kirin. Tesîsên li daristanan hatin avakirin, ekolojî xera kirin.
 
Li gorî daneyê Wezareta Karê Av û Daristanê di 10 salan de li Behrareş bi giştî 203 HES hatine çêkirin. Înşata 20 HES’an didome. Ya 123 heban jî di asta çêkirinê de ye.
 
Li herêma Cerattepe ya Zozanên Kafkasor a Artbînê madena zêr a Cengîz Holdîng ratî bertekên mezin a gel hat. Tevî vê dest bi xebatan kir. Hêzê dewletê bi gazê êrîşê gel kir. AKP’ê destûr da înşata Cengîz û pêşî li talankirina Cerattepe vekir. Ligel birînda daran, bermahiyên jehrî yên têje metalên giran tevlî çeman bûn.
 
Projeya Yeşîl Yol, ya 2 hezar û 600 kîlometre rê ya 8 bajaran bi hev girê dide ya li Artvînê dihat plankirin bê çêkirin, rastî bertekan hat. Ev projeya bi hinceta ‘turîzma rê’ hat çêkirin rê li ber texrîbatên mezin vekir.
 
Ji ber polîtîkayên şaş, ji ber nekontrolkirina fabrîkayan, ber avêtina bermahiyan çavkaniyên avê qirêj bûn. Di serî de jî gola Beyşehîr û Çemê Ergene tê. Li Gola Beyşehîr a Konyayê masîvanî qeda. Çemê Ergene ya li Trakyayê terkî bermahyên fabrîkayan hat kirin. Ava şem ji ber bermahiyan reş diherike. Li herêmê rêjeya pençeşêrê zêde bû.
 
Li gelek herêmên Egeyê ji bo santralên termîkê bi hezaran darên zeytunan hatin birîn. Di serî de jî komkujiya daran a li Yirca ya girêdayê Soma ya Manîsayê tê. Li gundê Okluk a Marmarîsê jî li qada 65 hektarî ji bo qesra havînê ya serokomariyê 40 hezar dar hatin birîn. Li Beştepe ya Enqereyê jî bo Qesra Serokomariyê Çewlîka Daristanê ya Ataturk hat texrîbkirin.
 
Her wiha daristana ODTU’yê jî di şevekê de tune bû. Stenbolê jî nisêbînê xwe ji vê girt. Bi projeyên Mega Daristanên Kuzey ji talanê re hat vekirin. Her wiha gelek projeyên din yên wek vê pêk hatin û xweza bi vê hat talankirin.
 
Proje wê ji Gola Kuçukçekmeceyê dest pê bike û heta hewzaya Bendava Sazlidere wê bidome, ji gundê Sazlibosna derbas bibe û heta rojhilatê Dursunkoy biçe; ji bungê Baklali wê derbas bibe û piştî vê wê bigihêje Behrareş. Ev proja ku hewzayên komkirina avê talan dike zirarên wê jî bê sînorin.
 
Daristanên Bakur rastî talana pira sêyemîn û balafirgeha sêyemîn hat. Li daristanê jiyan neyînî bi bandor bû. Sewalên biyanî qadên jiyanê û xwarin nedîtin. Hikûmetê herî dawî li Çiyayên Kaz, Munzur, Gola Salda û Heskîfê hilweşîn pêk anîn û ligel vê jî hilweşîn li Fatsa, Fînîke, Sarok jî didome.
 
Li Munzurê 43 hezar û 350 hektar qad wek qada madenê hat îlankirin. Li Munzurê bi giştî 145 projeyên madenê hene û ruhsata hatiye dayîn jî Çavînên Munzurê, Ava Munzurê, Geliyê Mercan, Sulavên Kirk Merdiven, Tulîn Tepe, Tepecîk û hoyukên Pilurê digire nav xwe.
 
Di çarçoveya porojeya Bendeva Ilisu de xala ji bo barkirina Heskîfê jî di qanûna tûrik de hat bicihkirin. Herî dawî di rojên borî de Heskîf hat dînamîtkirin. 
 
Şîrketên herî zêde para wan di hilweşîn û rantê de heye wihane:
 
* Cengiz Holding: Şîrketa herî çavsor a van axan
 
*Nurol Înşat: Bendava Ilisu û HES, Marmara, Bendava Kurtun, HES, Bendva Oymapinar û HES.
 
*Koma Şîrketên Agaoglu:Proja Avahiyên 1453 a Maslak, Agaoglu My Home Ayazaga, Navenda Fînans a Stenbolê, My World Europe, My Home Yeşil Maslak, My Office Ataşehir, My Towerland, My Office Gold, My Prestige.
 
*Lîmat Holdîng: Sêyemîn Piran Stenbolê, Sêyemîn balafirgeha STenbolê, bendava Yusufelî û HES, Bendava Uzuçayir û HES, Bendava Tatar û HES, Bendava Pembelîk û HES, Bendava Alkumru, Lîmana Çîmentoya Îgneada.
 
*Kolîn Înşaat: Pira sêuyemîn a Stenbol, Balafirgeha Sêyemîn a Stenblê, riyên bihev girêdayî ya Marmara Bakur, Santrala Termîk a Soma, Bendava Yusufelî û HES.
 
*Çalik Holdîng: Proja Nûkirina Bajarvanî ya Tarlabaşi, Proja Veguhestina Fener Balat, Santrala Termîk a Çatalagzi, Adacami HES, Santrala Termîk a Çankiri Orta, Metropol Stenbol, Avahiyên Şehrîzar, Madena Zêr a Çopler.
 
*Kalyon Înşat: Balafiregeha sêyemîn a Stenbolê, Projeya zozankirina Taksîmê, Riya Stenbol- Şîle-Agva, Xeta Melen Îshale
 
*Hattat Holdîng:Dîamond of Stenbol, Santrala Termîka Amasra Hema, Santrala Termîk a Bartin, Santrala Termîk a Kîreçlîk
 
*Doguş Holdîng: Galataport, Poroja Parkormani ya Fatih, Boyabat HES.
 
*Alarko Holdîng: Santrala Termîk a Karabîga, Projeya Xeta Metro ya Beşîktaş- Parka Findikli, Bendava Karakuz û HES, HES Tohma, Berdan Hes, Hasanlar HES.