Beyza Ustun: Daristan dişewitin, herêm dewrê şîrketan tên kirin

  • 09:08 17 Tebax 2019
  • Ekolojî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Beyza Ustun, da zanîn ku hem krîza siyasî û hem jî ya kapîtalîst ya desthilatdariyê êrîşên li hemberê xwezayê sîstematîk dike û got: “Li Kurdistanê bi alavên şer şewat derxisin û bi vê jî herêmê bê mirov dihêlin û dewrê şîrketan dikin. Li Rojava jî raste rast ji şîrketên maden û turîzmê re tê vekirin.
 
Li Çiyayên Kaz, Çanakkale, Heskîf, Munzur, Alakir, Gola Salda, Mersîn, Sînop, Behrareş û Mezopotamyayê ekolojî bi awayekî hovane tê texrîdkirin û hewlest û êrîşên desthilatdariyê yên li hember xwezayê jî roj bi roj zêde dibe. Herî dawî li Kîrazli ya Çanakkaleyê, li ser hevzaya Bendava Atîkhîsar ku çavkaniya avê ya yekane bû, ji aliyê Dogu Bîga Madencîlîk A.Ş ve projeya zêr têberdewamkirin û ji bo vê jî 200 hezar dar hatin birîn. Bi rojane gel û parêzvanên xwezayê jî bo parastina jiyanê li Çiyayên Kaz ‘nobeta wijdan û avê’ digirin. Endama Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Prof. Dr. Beyza Ustun, der barê texrîbata ekolojî û dewrkirina qadên xwezayî ya ji bo şîrketan axivî.
 
'Sedema êrîşan krîz e'
 
Beyza, diyar kir ku êrîşên li hemberê xwezayê ku bi lez tê berdewamkirin divê ji texrîbatê wêdetir bê nirandin û wiha pê de çû: “Encamên hilweşandina li hemberê xwezayê gelek giranin û sed sal şûnde jî  xweza nikare bê serxwe. Yek ji sedemên van êrîşan krîz e. Krîza sermayê qadên xwezayî ji bo bikaranîna xwe vedike û raste rast dike bazirganî. Divê pêvajo ji kapîtalîzmê cudatir neyê nirxandin.”
 
‘Li hember xwezayê êrîş zêde dibe’
 
Beyza, destnîşan kir ku li welatên wek Tirkiyeyê ango welatên ku faşîzm û zilm lê zêde bûye de, ji ser krîzê ev êrîş kûrtir dibin û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê krîza siyasî û kapîtalîst di heman demê de bandora xwe nîşan daye. Ev rewş li her derê bi zêdebûnê berdewam dike. Ewil di pêvajoya çêkirina santralên hîdroelektîrîkê de, varîl ji bo 49 salan ji bo şîrketan hat pêşkêşkirin û li her derê Anatolyayê, li Hevzaya Mezopotamyayê, Trakya, Behrareş, Anatolya Hundir, Akdenîz teslîmê şîrketan hat kirin. Di serî de jî maden, santralên enerjiya jeotermal, sondajên gaza zinar a li Amed-Hezro-Farqînê tên. Xweza raste rast ji şîrketan re tê pêşkêşkirin.”
 
'Herem bê mirov dihêlin û dewre şirketan dikin'
 
Beyzayê daxuyakirin ku dewlet bi çend awayî bi desthilatdariya xwe re piştgiriyê dide vê pêvajoyê û wiha bi lêv kir: “Wek me şahidiya wê jî kiriye AKP’ê bi KHK’yan qanûn û birêvebirin derbas kiribû. Li ser vê bi pergala yek kesî yanî bi serokomariyê re bi guherînên qanûna turîk, dike qanûnî. Hemû mudaxaleyan dike sererastkirina qanûnî. Ji ber vê dema şîrket dikevin herêmê dema dikevin daristan, av û qada çandiniyê bi piştgiriya hêzên dewletê dikevin wir. Bi qanûna bajarê mezin re, sewalkarî, mêrg û gund ji bikaranînê hatine derxistin. Wê niha mêrgan jî wek qada bermahiyê bi rehetî bikar bînin. An jî wê cihê kargeriya madenê bê bikaranîn. Qadên daristanê jî an tên şewitandin an jî raste raste ji şîrketan re tên vekirin. Şewitandina daristanan polîtîkaya şer e. Dixwazin vê herêmê bê mirov bihêlin û dewrê şîrketan bikin. Li Çiyayên Kaz û Egeyê em şahidiya vê dikin. Ev ne tesadufe, polîtikayek şer e.”
 
'Ji bo parastina xwezayê hewldan girîng in'
 
Beyzayê anî ziman ku êrîşan çandinî û sewalkarî qedandiye û gel her diçe xizan dibe û her wiha ev êrîş rê li ber welîdînên zû vedike, her wiha bi sewalan re jî kêmasiya parçeyên beden tê dîtin. Beyzayê di dawiyê de wiha got: “Gelê herêmê û parêzvanên ekolojiyê qada xwe ji bo ji van êrîşan biparêze li her derê li ser çeman e. Li Çiyayê Kaz, Fatsa, Murgul, Havzaya Mezopotamyayê, Geliyê Munzurê, Geliyê Perî hewl didin xwezaya xwe biparêzin. Wê têkoşîna wan li Çiyayê Kaz, Kurdistan û Behrareş qezenc bike. Bêguman wê jin jî têkoşîna xwe bilind bike. HDP û pêkhateyên xwe, siyaseta ekolojiyê wek siyaseta jiyanê diyar kiriye. Ji bo vê pêk bîne û têbikoşe wê berdewam bike.”