Li ser parastina celebên ajal û nebatan civîn tê lidarxistin

  • 11:47 15 Tebax 2019
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - 18'emîn civîna Têkilî Peymana Bazirganiya Celebên li ber Nemanê (CITES) dê li Cinêvreya Swîsreyê bi tevlîbûna 183 welatan dest pê dike. Di civînê de dê  li ser gelek celebên ajal û nebatan gotûbêj bênkirin.
 
18'emîn civîna Têkilî Peymana Bazirganiya Celebên li ber Nemanê (CITES) dê li Cinêvreya Swîsreyê roja şemiyê dest pê bike. Di civînê de dê talokeyên li ser gelek celebên ajal û nebatan gotûbêj bênkirin. Di civîna îsal wê bêhtir wê girîngiyê bidin fîlan, jaguaran û celebên nebatên li herêmên tropîkal.
 
Sekreterê  Giştî yê CITES'ê Îvanne Hîguero got civîna ku wê were kirin, piştî weşandina wê raporê pêk tê û bal kişandibû ser komkujiyan. Îvanne diyar kir CITES ji bo ku pêşî li tunekirina celebên ajal û nebatan ên bi mebesta bazirganî were girtin, amûreke girîng e.
 
Plansazî ew e ku delegeyên ji 183 welatên ku îmzeya xwe li peymana CITES'ê dane du hefteyan 57 pêşniyaran gotûbêj bikin. Tê payin hin celebên zindiyan ku ji lîsteya CITES'ê werin derxistin û hin jê lê werin zêdekirin, ku di lîsteya CITES'ê 36 celeb hene, ku taloke li ser wan heye.
 
Tê zanîn ku dema muzakereyan wê bazirganiya diranên fîlan were rojevê ku tê xwestin li welatên başûrê Efrîkayê pêşî li bazirganiya wê were girtin. Her wiha tê gotin hin welan dixwazin bazirganiya diranên fîlan dîsa were serbestkirin. Lê hem li Efrîkayê û hem jî li Swîsre gelek welatên Ewropî li gel vê qedexeyê ne.