Ava ku li Bendava Ilısu kom dibe rê li ber talûkeyê vedike

  • 15:33 14 Tebax 2019
  • Ekolojî
ÊLIH - Bendava Ilisû ya ku Heskifê di bin avê de dihêle, piştî di 23'ê tîrmehê de av kom kir, ava ku bilind bû gihaşt gundê Kelekçî. Her ku av bilind dibe gundên derdorê dikevin talûkeyê. 
 
Bendava Ilisû ku warê dîrokî û çandi yê 12 hezar salan di bin avê de dihêle, piştî di 23'ê tîrmehê de rêya avê girtin av her ku diçe bilind dibe. Ava ku bilind dibe li der û dorê belav dibe û rêyên gundan û gundan dixe nava xwe. Gelek rêyên gundên Sêrtê ji niha de di bin avê de man. Herî dawî ji ber av bilind dibe Gundê Kelekçî jî ket nava sînorê avê. Gundî ji niha de di bin talûkeyê de ne.