Li Mahsertê şewat derket

  • 15:22 9 Tebax 2019
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Piştî Çiyayê Bagokê ve carê jî li herêma Mahsertê di saetên serê sibehê de şewata ku derket li qadeke mezin bandor kir. 
 
Li Mêrdînê ku her roj bi şewata daristanan di rojevê de ye dîsa şewat derket. Herî dawî li Çiyayê Bagokê şewata derketibû, bi sedan darên şewitîn bûn xwelî. Pişî vê şewatê vê sibehê jî li herêma  Mahsertê şewat derket  û gundiyên ku gundên wan nêzî qada şewatê bûn ji bo vemirînin ketin rê. 
 
Sedema şewata derket nehat zanîn.