Germahiya gilobal wê bi xwe re felaketê bîne

  • 10:17 7 Tebax 2019
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Germahiya global ku pirsgirêka herî girîng a paşeroja cîhanê ye ye, bi 0,5 pileyî jî zêde bibe tenê li welatê Çînê  dikare bibe sedema mirina bi dehan kesî.
 
Li gorî nûçeya ku li kovara Nature Communications hate weşandin, germahiya global wê encamên giran li Çînê biafirîne ku yek ji pênc parên nifûsa cîhanê lê ye û bibe sedema mirina mirovan. 
 
Di lêkolînê de bal hat kişandin ser zêdebûna germahiya global a bi 1,5 pileyî û hate gotin ku di rewşeke berevajî de wê her sal bi deh hezaran mirov hîn bêhtir bimirin. Li gorî lêkolînê, eger germahiya global bigihêje 2 pileyî wê her sal li derdora 30 hezar mirov jiyana xwe ji dest bidin.
 
Di civîna bilind a avhewayê COP21 de ya li Parîsê ku sala 2015'an pêk hat jî weke armanc hate destnîşankirin ku li gorî germahiya sala 1880'yî divê germahî herî zêde 1,5 heta 2 pileyî zêde bibe. Lê belê sozên ku welatên endam ragihandin nîşan didin ku heta dawiya vê sedsalê wê germahiya global bi 3 pileyî zêde bibe.
 
Herwiha li welatên Ewropayê di sala 2003'an de ji ber germa dijwar derdora 70 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji ber germahiya zêde di sala 2010'an de derdora 50 hezar kes li rojavayê Rûsyayê bêdem jiyana xwe ji dest dabûn.