Dîcle Tuba Kiliç: Tunebûna herêmê tê wateya tunebûna gelek zindiyan

  • 09:16 7 Tebax 2019
  • Ekolojî
ENQERE - Koordînatora Giştî ya Komeleya Xwezayê Dîcle Tuba Kiliç diyar kir ku kana madenê ya tê plankirin li Çiyayên Kaz bê çêkirin wê rê li ber tunebûnên ku vegera wê tune ye, vebike û got li ser înternetê îmzekirin ne çareserî ye û got divê em fedekariyê bikin.
 
Li Çiyayên Kaz û li ser Bendeva Atîkhîsar a Çanakkaleyê ku yekane çavkaniya ava vexwarinê ye, projeya madena zêr tê meşandin û ev jî di serî de û hemû nebatan, her wiha gelek cureyên çûkan tune dike.
 
Ji sala 2013’an heta niha ji bo projeya madena zêr a Kîrazli ya ku Çanakkaleyî ji bo wê têdikoşin, tevî ku pêvajoya dadgehê didome jî, qirkirina daran pêk hat û 195 hezar dar hatin qetilkirin. Ji bo şîrketa Kanadayî ya Alamos Gold ku ji bo lêgerîna madenê bike, 865 mîlyon lîra teşwîq hat dayîn û ev proje wê zirareke ku vegera wê tune wê bide Çiyayê Kaz. Ligel vê sîyanur a ku tevlî ax û avê dibe jî wê bandorek mezin li ser tenduristiya gel bike.
 
Koordînatora Giştî ya Komeleya Xwezayê Dîcle Tuba Kiliç, der barê hilweşîna ekolojîk ya li Çiyayên Kaz de axivî.
 
‘Qadeke taybet e’
 
Dîcleyê got Çiyayên Kaz xwedî girîngiyeke mezin e û di heman demê de herêmên wê yên cuda wek Qada Parastina Xweza û Parka Neteweyî hatiye îlankirin û got: “Herêmeke gelek girîng e. Ji ber bilindî û şiliya li wir herêmeke di alî çandinî û nebatî de gelek dewlemend e. Çiyayên Kaz di heman demê de di erdnîgariya nebatî ya Ewropa-Sîbîrya û Akdenîzê de dimîne.”
 
‘Wê rê li ber zirarek ku vegera wê tune ye, vebike’
 
Dîcleyê got erdnîgariyeke bi heybete û wiha pê de çû: “Çiyayên Kaz mixabin di 20 salên dawî de rastî tehdîdek mezin hat. Bendav, projeyên santral, şewat û niha jî madenê. Ev projeya madenê ya herî bi xeter e. Wê rê li ber zirareke mezin a vegera wê tune vebike. Li Çiyayên Kaz 9 cureyên nebatan li cîhanê zêde nayê dîtin. Ev qad ji bo cureyên nebat, çûk û her wekî din gelek girîng e. Ji ber vê tunebûna qadê tê wateya tunebûna gelek zindiyan.”
 
Dîcleyê di dawiya axaftina xwe de got ji bo pêşî li vê tunebûnê bê girtin, tenê daxwazkirina bidawîkirina polîtîkayên têr nake û wiha dawî lê anî: “Xwezaya Anatolyê gazî me dike. Her dara tê birîn, her masiyê tune dibe bi bêdengî gazî me dike. Li ser înternetê îmzekirin ne çareserî ye. Divê em fedekariyê bikin.”