‘Têkoşîna ekolojîk têkoşînek polîtîk e’

  • 09:10 6 Tebax 2019
  • Ekolojî
Melike Aydin
 
MUGLA - Endezyara Hawirdorê Denîz Gumuşay da zanîn ku sê santralên Termîkê yên li Muglayê, bi teşwîka dewletê li ser piyan tên girtin û got ku rewşa santralan bi deynê derve û yê sermayedarên Tirkiyeyê re elqedere. Denîzê got divê ew ewil qebûl bikin ku têkoşîna ekolojîk têkoşîneke polîtîk e.
 
Li Mugalayê di 2014’an de santralên Termîkê yên Yatagan, Yenîkoy û Kemerkoy hatin taybetkirin û bi teşwîqa dewletê girtin rehabîlîtasyonê û tê plankirin ku temenê wan heta 25 salan bê dirêjkirin. Rapora ku Can Europe (Clîmate Actîon Network-Tora çalakiya demsalê) der barê Muglayê de amade kiribû, derdixe holê ku ji sala 1974’an heta niha her sê santral sulfurdîoksît, azot, toz û heta ciwayê li xwezayê belav dikin.
 
Endezyara Hawirdorê Denîz Gumuşay ku yek ji kesên di raporê de keda wê derbas bûye, balkişand ser nakokiya di navbera raporên kesên zana yên kesên têkoşîna hiqûqê didin û raporên wezareta hawirdorê, sayiştay û Midûriyeta Giştî ya Karên Madenê.
 
‘Herî zêde jin bi bandor bûn’
 
Denîzê got li gundên hatin cemawerîkirin, gundî neçar mane bar bikin navçeyê û rastî polîtîkayên bê mal û axbûnê hatine û da zanîn ku mêr di van santralan de li madenanê dixebitin, lê li vê qadê ji jinan re cih tune û hewl tê dayîn ji mahkumê malê bibin.
 
‘Li dora qanûnan digerin’
 
Denîzê destnîşan kir ku bi awayekî dijberê mewzuata parastina xwezayê Qanûna Maden û Daristanê hatiye guhertin û got: “Qanûna zeytûnan ya ku desturê nade birîna yek darekê, gelek caran hat xwestin bê guhertin. Ev plan û pêşvebirina êrîşkar ya der barê polîtîkayên enerjiyê de, qadên zeytûnan û qadên arkeolojîk di rêziknameya Nirxandina Bandora Hawirdorê de ji şîrketên madenê re hatin vekirin. Tirkiyeyê bi nêrîna siyasî ya lijneya fînansa navneteweyî ya IMF’ê di serê salên 2000’î de di hemû santralên termîkê e polîtîka taybetkirinê meşand û santralên Muglayê jî taybet kir.”
 
Denîzê got 3 santralên Termîkê yên li Muglayê tê wateya gelên grava biçûk ya li aliyê paşê yê Okyanusa Pasîfîk mane, piştî demekê wê bê ax bimînin û got saziyên têkildar yên cîhan û Ewropayê jî vê dizanin. Denîzê destnîşan kir ku qirêjbûna xwezayê wê bandorê li ser hemû gelên cîhanê bike û wiha dawî lê anî: “Sê santralên termîkê yên li Muglayê, bi teşwîqa dewletê li ser piyan tê girtin û ev santral bi deyndê derve û sermayedarên Tirkiyeyê re elqedere. Divê ew ewil qebûl bikin ku têkoşîna ekolojîk têkoşîneke polîtîk e.”